Welatiyên Efrîn û Şehba guhertina demografî ya Efrînê şermezar kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê girseyî guhertina demografî ya Herêma Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk tê, şermezar kirin.
Şehba – Herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin. Piştî dagirkeriyê bi hezaran welatiyên Efrînê neçar man koçber bibin û niha li Kantona Şehbayê di konan de li benda vegera Efrînê berxwedana xwe dom dikin. Piştî herêma Efrînê hate dagirkirin li wir her roj guhertina demografî, talankirina cih û warên dîrokî, revandin û îşkencekirina mirovan pêk tê. Her wiha dewleta tirk li Efrînê yekîneyên nîştecîhbûnê,ferzkirina zimanê tirkî û pereyên tirkî kiriye. Li dijberî guhertina demografî, welatiyên Efrîn û Şehbayê li gundê Til Susînê ya Kantona Şehbayê bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, em canfedayê Efrînê ne" li dar xistin. Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongreya Star û gaziyên şer beşdarî meşê bûn. Di heman demê de di meşê de wêneyên cangoriyên komkujiya Til Rifat, berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsa "Bi rastiya gelê şerker û Gerila em dagirkeriyê û îxanetê têk bibin", "Efrîn rûmeta me ye, Efrîn nasnameya me ye" û "Tirkiyê li Efrînê qirkirina ziman û hebûna kurdan dimeşîne" hatibûn hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê, Gulê Mihemed axivî.
"Bi ruhê berxwedanê em ê serkeftinê bi dest bixin"
Gulê Mihemed guhertina demografî ya herêma Efrînê şermezar kir û got: "Piştî herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin, li wir her roj qirkirinên mirovahî û guhertina demografî pêk tên. Hemû pêkanînên ku dewleta tirk li Efînê dide meşandin, bi taybet li dijî kurdên Êzîdî ku bi armanca tunekirina çand û ola resen a kurdan e. Bersiva Gelê Kurd diyare û li herderê têkoşîn û serhildan e. Em niha li Şehbayê benda vegera Efrînê ne û em bi vê ruhê berxwedanê, serkeftinê bi dest bixin. Her bihûstek Efrînê bi xwîna zarokên me hatiye avdan wê tucarî ev fedekarî li erdê nemîne."
"Ji bo rizgariya Efrînê em ê canê xwe feda bikin"
Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê,Hemîde Omer helwesta xwe wiha parve kir: "Piştî derxistina gelê Efrînê ji warê wan êdî dewleta tirk siyaseta qirkirina hebûna kurdan li Efrînê, li ber çavê tevahî cîhanê pêk tîne. Siyaseta dewleta tirk li Efrînê dide meşandin bi gelek rêbazan pêk tê. Niha li Efrînê yekîneyên nîştecîhbûnê ji bo malbatên çeteyan û malbatên ereb ji gelek deverên Sûriyeyê aniye pêk tîne, her wiha zimanê tirkî ferz dike. Em êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û Efrîn ji we re namîne, em ê bi ruhê vê gelê vegerin Efrînê. Niha li Efrînê pêkhate bi çand û zimanê xwe najîn, bi taybet dewleta tirk êrîşî dîroka kurdên Êzîdî dike ku kurdan ji kokê tune bike û mizgeft li gundên Êzîdiyan ava dike. Her çiqasî dewleta tirk li dijî gelê Efrînê û xwezayê wir kiryaran bide meşandin jî em amadene ku ji bo rizgarî û vegera Efrînê canê xwe feda bikin."