Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa Ocalan daketin qadan

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di derbarê îdeayên ku li ser mediyaya civakî derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên gotin herikîn qadan.

Navenda Nûçeyan – Welatiyên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê îdeayên ku di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku li ser medyaya civakî hatine parkirin herikîn qadan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin. Ev bû 22 sal li Girava Îmraliyê bi berxwedaniyek mezin li ber xwe dide. Çend salên dirêj tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Ne parêzer û ne jî malbat nikarin pê re hevdîtin pêk bînin. Herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi teleftonê bi birayê xwe re axivî. Piştî îdeaya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev du rojin di hinek mediyayên civakî de hatine weşandin, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn qadan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Kobanê 
JI bo îdayên derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan de KCDK-E'ê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komîteya Rêbertî ya Bakur Rojhilatê Sûriyê- Rojava di daxuyaniyên xwe de banga lezgîn a daketina qadan kirin. ji bo vê jî û li ser bangewaziya Rêxistin Kongreya Star ya kantona Kobanê îşev Gel li qada jina azad kom bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Kes nikare roja me tarî bike" û "Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bike" hatibûn hildan. piştî deqeyeke rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinê Bêrîvan Hesen  û  bi navê Meclîsa Kobanê  Mistefa Êto ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di serî de em faşîzma dewleta tirk û heval bendên wî şermezar dikin, divê bi awayekî demildest agahî ji Rêberê me bê. Heye ku rewşa wî neyê zelalkirin em ê her li qada bin. Kesên ku divê xwedî li Rêberê Apo derkevin di serîde gelê Rojava ye, ji ber ku li vir bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo herêmên me hatin rizgarkirin û jin bûne xwediyê vîn û biryar. Ji bo vê divê her kesên ku Rêber Apo wek Rêberê xwe lê mêze dike rabin ser piyan da ku em rewşa wî zelal bikin û agahiyekê jê bigrin." Piştî daxuyaniyê gel ji Qada Jina Azad heta li Qada Aşitiyê meşiya.
Em di derbarê rewşa Rêberê xwe de bifikarin”
Di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Jina bi navê Xedîce Mihemed hêrsa xwe ya li hemberî rewşê wiha anî ziman: "Em wek şêniyên Kobanê ji bo rewşa Rêber Apo ya tenduristî daketine qadan û em her li qadabin. Nêzî du salane hevdîtin bi Rêberê mere nayê kirin, bi salane dewleta tirk û hevkarên wî li dijî gelê Kurd pilanan amade dikin lê îro bi rewşa Rêber Apo re dixwaze gelê Rojhilata Navîn tune bike. Em banga hemû kesên azadî xwez dikin kesên ku dibêjin em bi fikir û felsefeya Rêber Apo bawer dikin divê dakevin qadan û bi awayekî lez agahî ji Rêberê me bê girtin."
Heleb
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Helebê, piştî îdeaya ku di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye gotin daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin. Bi sedan şênî, sazî û dezgehên civakî beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "Bese ji tecrîd, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" hatibû hildan. Meş ji navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê destpêkir û heta navenda Meclîsa şehîd Gelhat dom kir. 
“Em nadekinin heta azadiya Rêberê xwe misoger bikin”
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xemgîn Heleb wiha axivî: "Duh îdeayek di derbarê Rêber Apo de hate belav kirin, ev îdea berdewamiya tecrîdê ye. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em herdem amadene ku ji bo Rêberê xwe li ser piyan bin û tişta ku ji me bê xwestin bikin. Ev sûca ku tê kirin ne tenê têliya dewleta tirk têde heye, di heman demê de têliya saziya mafê mirovan û CPT jî heye. Em cardin soza xwe nû dikin û em ê her ji bo Rêberê xwe li ser piyan bin da ku em azadiya Rêberê xwe misoger bikin."
Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû. 
Şehba
Bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Garê em ê tecrîdê bişkînin" Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê piştî îdeaya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin daketin qadan. Welatiyên Efrîn, Şehba û sazî dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê bi nivîsa "Rêber Apo azadiya me ye, em ê azadiya xwe biparêzin" hatibûn hildan. Ciwanan bi berzikirina dirûşma "Qutkirina hevdîtinê bi Rêber Apo re şermezar dikin" heta navçeya Fafînê ya Şehba meşiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Reşîd Efrîn wiha got: "Dewleta tirk her çendî tengav dibe û têk diçe hewil dide bi rêya girankirina tecrîdê rojevê bidin guhartin ango dengeyên siyasî li gor xwe biguhere. Piştî têkçûyîna Tirkiyê di Garê de û bedelên giran ku li wir dane careke din daxwaza Tirkiyê ya têkbirina gelên azadîxwaz bi rêya belavkirina hin agahiyên ne rast desthilatdariya xwe dirêj dikin. Em gelên aşîtîxwaz ku li ser fikirê Rêber Apo dijîn tucarî dev ji azadiya Rêber Apo bernadin û ji bo rizgarkirina Rêbertî ji Girava Îmraliyê em ê her di nava tekoşînê de bin."
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.