Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna li goristanan pîroz kirin
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel serî siharê berê xwe da goristana têkoşerên azadiyê û cejn pîroz kirin.
Navenda Nûçeyan – Her sal welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mûnasebeta cejnê serî siharê zû berê xwe didin goristana pakrewanên azadiyê û cejna xwe li wir pîroz dikin. Îsal jî bi hatina cejina qurbanê welatiyên Hesekê, Kobanê, Qamişlo, Şehba û navçeya Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatî berê xwe dan goristanê û cejina xwe pîroz kirin.
Efrîniyan cejina xwe bi pakrewanên azadiyê re pîroz kirin
Bi hatina Cejina Qurbanê gelê Efrînê berê xwe dan goristana şehîdan a Berxwedana Serdemê û bi pakrewanên xwe re cejina xwe pîroz kirin. Welatiyên Efrînê duh şev find li ser gora pakrewanan bêxistin. Îro jî sibê siharê carek din berê xwe dan goristanê û cejina xwe pîrozkirin. Di vê çalakiyê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbetên Şehîdan û miletê herêma Efrîn amadebûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Koordinisyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Esmahan Ehmed axivî. Esmahan di nav gotinên xwe de Cejina Qurbanê li pakrewanên azadiyê û Rêber Apo pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em Cejina Qurbanê li Rêber Apo û pakrewanên azadiyê pîroz dikin. Em bi saya tekoşîna pakrewanên xwe îro li ber xwe didin. Gelê Efrîn her tim bi tekoşîn û îradeya azad di berxwedaniya xwe de îsrar in. Em ê rojên xwe wek gelê Rojava piştî êş û azariyên ku me dîtine, bi hev du re derbas bikin. Em di meha pîroz re derbas dibin, ev meh bi berxwedana Kurdan tê pênasekirin. Rojên cejinê ew wesîleyeke ku em di nav yekîtî û wekheviya gelan de bijîn."
Şêniyên Kobanê serdana gorên cangoriyan kirin
Bi wesîleya cejina Qurbanê şêniyên Kantona Kobanê serdana gorên li goristana şehîd Dicle, goristana komkujiya Kobanê ya li bajar û gundê Berxbotanê kirin. Şêniyan li goristanê cejina hevdû pîroz kirin û şîraniya cejinê li hev belav kirin. Jina bi navê Xecê Hemo ji gundê Berxbotanê ye û lawekî wê di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Xecê di serê sibehê de serdana gora zarokê xwe kir û nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.
"Bi saya cangoriyan li ser axa xwe dijîn"
Xecê Hemo cejina Qurbanê pîroz kir û wiha got: "Ez îro hatime goristanê ji bo ku cejina zarokê yê ku di komkujiya Kobanê de di dema rabûna bi erka di nava hêzên Ewlekariya Hundirîn de radibû, jiyana xwe ji dest da. Lawê min du zarok li pey xwe hîştin. Me ji bo amedekariyên cejinê şekir û şêranî anî, lê rewşa me ya aborî lewaz e me nikaribû qurbanî çêkira. Zarokên min yek di komkujiyê de şehîd ket û lawê min yê din jî gazî ye. Em îro bi saya van cangoriyan li ser axa dijîn û dikarin bi rengekî aram cejina xwe pîroz bikin."
Til Temir welatî berê xwe da goristana cangoriyan
Îro, bi boneya Cejna Qurbanê malbat u hevrêyên cangoriyên azadiyê yên li navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê, di saetên berbangê de serdana gorên zarokên xwe yên di encama şerê 9 salan de dewam dike de, jiyana xwe ji dest dan, kirin.
Malbat di çûyina li ser goristanê de find, vêdixînin û kilamên dengbêjiyê, bi hesreta dîtin û jiyankirina bi zarokên xwe re dibêjin. Her wiha malbat şekiran jî bi xwe re dibin u li malbat u hevrêyên şehîdan belav dikin. Ev çand çandeke pir pîroz u bi nirx e.
Piştî serdana goristanê, malbat vedigerin û malê xwe u li wir cejna xwe dewam dikin.
Şêniyên bajarê Qamişlo serdana goristana pakrewanan kirin
Her sal bi wesîleya cejina Qurbanê, seranserî bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di cejinê de serlêdana goristana pakrewanan dikin û cejina xwe li goristanê pîroz dikin. Îro li bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya cejina Qurbanê malbatên cangoriyên azadiyê û bi dehan şêniyên bajêr di saetên sibehê de de berê xwe dan goristana Şehîd Delîl Saroxan cejina xwe bi belavkirina şekir û şêraniyê li goristanê pîroz kirin.
“Her sal em cejna xwe li goristana şehîdan pîroz dikin”
Dayika Şehîd Basil a bi navê Fadiya Silêman ku serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir, cejina Qurbanê li tevahî gelan pîroz kir û got: "Ez cejina Qurbanê li tevahî keç û xortên ku canê xwe ji bo axa xwe feda kirin pîroz dikim. Her sal bi boneya cejinê em berê xwe didin goristana şehîdan û cejina şehîdên xwe despêkê pîroz dikin. Di danê sibehê de piştî nimêja sibehê em kar û bara xwe dikin, şekirê xwe yê cejinê amade dikin û berê xwe didin goristana şehîdan, em hemû malbatên şehîdan li goristanê hevdu dibînin û cejina xwe li wir pîroz dikin. Bi hêviya ku sala were, sala serkefin û yekîtiyê be, hêviya min ji sala were ku bi xêr û xweşî li ser tevahî gelan derbas bibe.”
Gelê Hesekê cejina xwe li gel zarokên xwe pîroz kirin
Di her cejinê de malbat û dostên xwe berê xwe didin Goristana Şehîdan û cejna wan pîroz dikin. Îro bi boneya Cejna Qurbanê şêniyên Hesekê ji serê siharê ve berê xwe dan Goristana Şehîd Mîdiya û Dijwar a Bajarê Hesekê cejina pakrewanên xwe pîroz kirin.
Dayika bi navê Kamla Beko Ebid El- Ezîz Cejna Qurbanê li tevahî dayikên Şehîdan pîroz kir û wiha got: "Ez dayika Şehîd Diyar Hesekê me, hevjînê min jî şehîde. Di her cejinê de despêkê ez têm goristanê cejna kurê xwe û hevjînê xwe pîroz dikim. Îro ger em di armaniyekê jiyan dikin û bi aramî cejna xwe pîroz dikin bi ked û xwîna van şehîdane. Em deyndarê fedekariya wan in. Kurê min û hevjînê min jî ji bo parastina gelê xwe û xaka xwe şehîd bûn. Ez bi şehadeta wan ser bilindim."