Welatiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê piştevaniya xwe ya ji bo Şengalê nîşan dan
Meclisa Bajarê Hesekê, Yekîtiya Jinên Êzîdi yên Rojava li gel Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser a Demokratîk herêma Firatê bi daxwiyaniyên cihêreng êrîşa ser Şengalê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo gelê şengalê nîşandan.
Navenda Nûçeyan - Duh balafirên şer ên dewleta Tirk navenda bajarê Şengalê bombebaran kir, di encamê de fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û biraziyê wê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan û 3 sivîl jî birîndar bûn. Ji wê demê ve li gelek deveran çalakiyên nerazîbûn û şermezarkirinê li gelek deveran hatin lidarxistin. Welatiyên Bakur-Rojhilatên Sûriyê jî bi çalakiyên cuda bûyer şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Şengalê nîşandan.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê Meclisa Bajarê Hesekê bi tevlîbûna Rêveber û Endamên saziyên Civaka sivîl û malbatê Şehîdan daxuyanî dan.Daxuyanî li ber Meclisa bajar a taxa Til Hecer ya bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn.Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Remedan Fetah ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di demekê de ku civaka êzidî ferman û komployên li dijî vîna êzidiyan ên di serdema Osmanî û heta niha de û ya dawiyê jî fermana li dijî civaka êzidî ya Şengalê ya bi destê DAIŞ’ê pêk hatine, şermezar dikin. Dagirkeriya Tirk bi balafireke bê mirov êriş kir û bi vê yekê piştevaniya xwe ji terorê re eşkere dike. Bi armanca hedefgirtina îradeya gelê êzidî dagirkeriya Tirk a faşîst careke din bi rêya balafireke bêmirov Şengal bomebebaran kir fermandarekî êzidî şehîd Seîd Hesen şehîd xist. Ev êriş sûcekî şer û terorî ye ku dewleteke NATO’yê dike û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye. Ev yek vîn û hêza civaka Êzidî ya ku rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye naşikîne.
Em wekî Mecisa bajarê Hesekê êrîşên dewleta Tirk li ser gelê me êzidî şermezar dikin. dixwazin bi van êrîşan civaka êzidî tune bikin û derbeyek li îrade û hêza wan bixînin. Lê gelê me êzidî piştî fermana 74 an bi îredya xwe hêzek ava kir û rê nade ku carek din gelê êzidî li ber qirkriinê biçe. Çawa ku hikûmeta îraqê di fermana 74 an de bêdeng me û rê da çeteyên DAIŞ’ê ku ferman li dijî civaka êzidî pêk bînin îro jî rê dide dewleta Tirk a dagirker êrîşî Şengalê bike.Em hikûmeta îraqê li hember komkojiyên ku li dijî civaka êzidî pêk tên berpirsyar dibînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.
Şehba
Yekîtiya Jinên Êzîdi yên Rojava li Şehbayê êrîşên ser Şengalê şermezar kirin
Yekîtiya Jinên Êzîdi yên Rojava ji bo şermezarkirna êrîşên li ser Şengalê daxunaî dan. Daxuyanî li pêşiya navenda Yekîtiya Êzîdi yên Efrînê ya navçeya Ehdas a Şehba ya Bakûr- Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna endamên Yekîtiya Jinên Êzîdi yên Rojava, Kongreya Star a herêma Efrînê û jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin despêkir. Di daxuyaniyê de alên Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê, Yekîtiya Jinên Êzîd û wêneyên pekrewanan hatin hildan.
Daxuyaniya ku ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Êzîdiyên Rojava Yesmîn Cindo ve hatiye xwendin wiha hate gotin: "Careke din Şengal li ber çavê hemû cîhanê dibe hedef. Dewleta tirk a dagirker êrîş û binpêkirina hemû qanûnên nav netewî û mafên mirovan ên serweriya dewleta Îraqê dike. Bi Şehîdbûna Mem Zekî Şengal û qirkirna gudê Koço ne yekem care ku Şengal dike hedef û serkêşên yekîneyên berxwedana gelê Şengalê Mam Zekî, Zeredeşt, Hemîd, Jîlo û Helmet ku civaka Êzîdî perwerde kirin ta ku xwe biparêzin û bibin sembalên rûnîkirina civaka Êzîdî ji rêveber û hêzên xwe yên leşkerî, kirin armanca êrîşan. Armanca dewleta tirk ji êrîşan ew e ku pêşî li vegera gelê Şengalê bigire. Piştî ku Ewrûpa bi cinoseyda Şengalê qebûl kir, dewleta tirk a dagirker çireya kesk ji xwe re xwest ji bo ku vîna civaka Êzîdî û Rêveberiya Xweser bikuje, tune û qels bike, xwast nekokiyan biçîne û li binesaziyê xerc bike ta ku ewlehî û aramiya wê têk bibe. Em weke Yekîtiya jinên Êzîdî yên Rojava êrîşên dawleta tirk a faşist li ser civaka Êzîdî bi tundî şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên navnetewî, mafê mirovan, Netewên Yekbûyî û rêxistina azadiya olî dikin ku dawî li sûcdarê ku hemû pêkhate hedef digire bînin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Şehîd namrin" dawî bû.
Kobanê
Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê daxuyanî dan. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat dayin bi dehan endam û Rêveber beşar bûn û daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiyê hatin dayin. Daxuyanî ji aliyê Hisên Şêx Cîgirê Encûmana Zagonsaz ya herêma Firatê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên dewleta tirk ya faşîzim li ser gelê Şengalê bi awayekî hovane xwe dubare dike, Şengalê cihê ku bi ewle bû, lê dewleta tirk dixwaze vê ewlehê ber bi herêmeke xirab ve bibe. Piştî ku ciwanên Şengalî xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ya leşgerî ji bo parastina xaka xwe avakirin, vê carê dewleta tirk bi hemû çekên xwe yê hewayî û bejahî dixwaze van destkeftiyan binpêbike da ku gel di fermaneke din de derbas bibe. Ev hemû pilan jî ji bo zêde kirina firkê çeteyan e. li pêşiya çavên raya giştî û di bin bê dengiya hikumeta Iraqê de û hevkariya di navbera AKP'e û hikumeta Iraqê de bi çekên xwe yê giran êrîşî malê Şengaliyan dike. Di encama van êrîşan de bi sed hezaran gelê Şengalê bi jin, ciwan, zarok, kal û pîr jiyana xwe ji dest dan û hîna jî tu kes sînorekî ji van kiryaran re danayin e û xwe bêdeng dikin. Zagonên hemû dewletan ji her kesî re derbas dare ji bilî gelê Şengalê. Em wek Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê van kiryarên dewleta tirk ya hovane li ser gelê me bi tund şermezar dikin û em banga zanîngeha dewletên Erebî û komeleyên mafên mirovan dikin ku sînorekî ji hovîtî û wehşiyeta dewleta tirk re deynin."
"Hikumeta Iraqê berpirsê van sucan e"
Di heman çarçoveyê de jî Meclîsa Malbata Şehîdan li pêşiya navenda xwe daxuyanî dan û endamên Meclîsê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên ku duh di topbatanê de jiyana xwe ji dest dane û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibûn hildan. Daxuyaniya ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê Ronahî Hico ve hat xwendin wihaye: “Çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya dewleta tirk di 3'ê Tebaxa 2014'an de derbasî Şengalê bûn, di encamê de ewqas zarok, jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Dewleta tirk bê pîlan nema, her wiha di 16'ê Tebaxê de êrîş kirin ev êrîş ji ya 2014'an de ne qute. Di eynî cihî de jî maşîneya Mam zekî hat hedefgirtin, pilanên dewleta tirk bi awayên cur be cur tên kirin lê hemû bi heve girêdayîne. Di eynî cihê topbarnê de îro car din hat topanan kirin. Tevî ewqas ferman û komkujiyên ku gelê êzîdî di nav ra derbas bûn jî, keç û xortên Êzîdiyan sozdayîn û heyîf hilandina jin û keçên êzîdî ku di nav cîhanê da hatin firotin, lê hêzek li Şengalê hate ava kirin ji keç u xortên şengalî û girîtyên Şengalê rizgarkirin. Her wiha em wekî gel Kurd hikumeta Başurê Kurdistanê, Iraq û dewleta tirk şermezar dikin û baweriya me heye wekî gelê Kurd ku gelê Şengalê bi komkujiyanxilas nabin."
"Em ê tola keç û xortan hilîlînin"
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hevgirtina me wekî her çar parçeyên kurdistanê û Şengal jî em dibine yek hêz û bi taybet yek gel, emê tolhildana keç û xortên Şengaliyan ji nûda rakin. Em wekî meclisa malbatên şehîdan ya herêma firatê em sozê xwe nû dikin û emê di hindirî heyîf hilandina xelkê Şengalê da cîh bigrin, em dibêjin şengal ne bi tenê ye, hêviyên me hene ku hêzên leşgerî li kur dibe bila hebe bi taybet gerîla wê careke din mudaxela xwe ji bo Şengalê dubare bike, ku çawa wekî cara yekemîn ku Şengal rêzgar kir, wê gelek carên dîn jî li rex xelkê Şengalê bisekine û xelkê şengalê biparêze. Ji bo vê yekê em dibîn ew bîlana qirêj ya dewleta tirk u hikumeta Başurê Kurdistanê û Iraqê hîn berdewame di kesayeta Rêber Apo de û vîna gelê Kurd de. Di topbaran duh de di şexsê fermandar seîd û Îsa careke din bi destê dewleta tirk û hevalbendê wê yê xayîn hatin qetilkirin. Ji kobanê ya berxwedêr em sersaxê ji gelê Şengalê ra dixwazin, wekî malbatên şehîdan ya herêma firatê em careke dîn soza xwe bi şehîd seîd û Îsa ra nû dikin."
Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedaniya şengalê", " Bijî serok Apo" û " Tolhildan, Tolhildan, Tolhildan" bi dawî bû.