Welatiyên Şehbayê li hemberî tecrîdê meşiyan
Meclîsa herêma Efrînê li dijî girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxistin.
Şehba - Bi armanca şermezarkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meclîsa herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li gundê Babinêsa ya Şehabyê li darxistin. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelê herêmê amade bûn. her wiha di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankertên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye","Jina azad û zana civakek azad û zana ye" hatin hildan û diruşmeyên şeremzarkirina tecrîda girankirî avêtin. Meş ji çarxerêya gundê Babinês heya lîstgeha li gund domkir û meşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.
Endama Kongreya Star a gundê Babinêsa kantoan Şehabyê Zelox Henan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkir û ev tişt got: "Daxwaza me ewe ku rêber Apo ji zindanê bê serbestkirin. Dewleta tirk tecrîd li ser Rêber Apo zêdetir dike û dixwaze vîna gelan bi vê tecrîdê bide şikandin, Erdoxan qedexekiriye ku hevdîtin bi Rêber Apo re bê çêkirin û di heman demê de xwesteka me parêzer hevdîtinek lezgîn bi mwekîlê xwe Rêber Apo re pêk bînin. Em tu carî dîlgirtian Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de li ser xwe qebûl nakin û em ê her li qadan bin û biherikin kolanan ji bo azadiya Rêber Apo."
Meş bi diruşmeyên"Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.