Welatiyan îstifaya AKP'ê xwestin

Ji ber dowîza ku her roj di asta rekorê de zêde dibe û bihabûna ku pê re tê, gel derket kolanan. Hin jinên ku neçar man destvala ji sûkê vegerin li kolanan bûn, hin jî bi beroş û miqlikan li balkonên xwe bûn. Her kesê bi yek dengî got; “Bila hikûmet îstîfa bike.”

Navenda Nûçeyan- Rekora bilindbûna nirxa pereyên biyanî, li Tirkiyeyê bi sedema bihayê zêde yê her tiştî. Tu li kîjan tiştî dinêrî zêdebûna buha dibînî. Ji ber vê rewşa ku her roja diçe asta wê zêdetir dibe li gelek deveran welatî daketin qadan û rewşên ku diqewimin şermezar kirin.
Ji duh bi şev û vir ve kolanên Enqereyê bi tevger bûn. Polîtîkayên aboriyê yên hikûmeta AKP'ê ku gel mehkûmî birçîbûnê kir, li kolanan û bi piranî balkonan bi beroş û miqlikan hatin şermezarkirin. Dema ku çalakger daketin kolanan bi sedan kesî dirûşma "Hikûmet îstifa" qîriyan.
Gelê Enqereyê li kolanên Esatê meşiyan. Welatiyên ku li ser hişyariya polîsan bi komên qerebalix hatin dabeşkirin ber bi Kizilayê ve ketin rê. Welatî bi awayekî komî bi dirûşman meşiyan çalakiya xwe ji cadeya Kizilayê berdewam kirin. Di vê navberê de kesên derketin balkon û pencereyan bi çepikan piştgirî dan kesên ku dimeşiyan. Wê demê kesên ku di wesayîdên xwe de bûn bi lêdana qorneyan bertekên xwe nîşan dan.
Mudaxeleya polîsan
Li Batikenta Enqereyê gelek jin bi beroş û miqlikan meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên "Hikûmet îstifa", "Biha, îşkence, vaye AKP" hatin avêtin. Hat diyarkirin ku dema meş bi dawî dibû, mudaxeleya polîsan çebû. Li ODTU'yê jî gelek xwendekar li qada yurdan hatin cem hev û bi dirûşmên "Barê krîzê li ser milên patronan" û “Ampûlan veke û bigre, bila ampûl biteqe” meş li dar xistin. Dema ku hejmara beşdarên tevli çalakiyê bûn zêde bû, polîsên çewîk ên hatin ber deriyê A4 hewl dan xwendekar neçin Taxa 100. Yilê. Polîsan gaza îsot avêtin ser xwendekaran.
Li Stenbolê çalakî 
Li Stenbolê jî bihayên rekor hatin protestokirin. Yek ji navnîşanên çalakiyê Kadikoy bû. Dema hin welatiyan ji balkonên xwe bi beroş û miqlikan deng derdixistin, hinek jî daketin qadan û bi dirûşma "AKP bila biçe gorê, gel biçe îqtîdarê" meş li dar xistin. Ji navçeya Kurtuluş banga îstîfayê bilind bû. Li Fatîh Kocamustafapaşayê welatiyên ku gotin "Em heqê xwe helal nakin, hesab bipirsîn" bi dirûşmên" Wê rojêk were, dewran bizivire, AKP wê hesab bide gel” meşiyan. Gel li herêma Kuçukçekmece Îkîtellî, da zanîn ku ew ê li fabrîqa û kargehan dengvedana xwe bidomînin. Li Karakoy, Esenyurt, Esenyali û gelek taxên din gel ji bo şermezarkirina bûyerên qewimî daketin qadan.
Gelek kes hatin binçavkirin 
Li Bûcadya Îzmîrê polîsan mudaxeleyî gelê ku ji bo şermezarkirina hikûmetê, xwestin li ber deriyê Metroya Şîrînyer kom bibin, kirin. Gel dîsa li ber Mîgrosê dest bi kombûnê kir û daxwaza îstîfaya hikûmeta AKP'ê kir.
Hat diyarkirin ku li Eskîşehîrê dema polîsan mudaxeleyî meşê kirine 6 kes hatine binçavkirin.