Welatê ne azad: Tirkiye

Freedom House, Tirkiye di kategoriya "welatê ne azad" de nirxand û her wiha bal kişand ser rojeva hilbijartinê ya li welêt.

Navenda Nûçeyan- Saziya ramanî ya Freedom House ku navenda wê li Washingtonê ye, rapora xwe ya bi navê “Di Têkoşîna Demokrasiyê de sala 50’emîn” eşkere kir. Rapor azadiya li 195 welat û 15 herêman ya heta sala 2022’an dinirxîne.

Welat weke “azad”, “qismî azad” û “ne azad” hatin dabeşkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di 17 salên dawî de li hemû cîhanê azadî her ku diçe kêm dibe. Ji 195 welatan 84 welat wekî “azad”, 54 weke “qismî azad” û 57 weke “ne azad” hatin nirxandin.

Di rapora ku hatî destnîşankirin de şer, darbe û hewldanên desteserkirina desthilatdariyê di kêmbûna mafên siyasî û azadiyên sivîlî de xwedî pareke mezin e, şerê ku Rûsya di Sibata 2022'an de li Ûkraynayê dayî destpê kirin jî hat nirxandin û hat destnîşankirin ku êrîşên li ser saziyên demokratîk tên kirin dibe ku ji aliyê artêşên welatên biyanî ve bên kirin.

Ji sala 2018’an ve kêmbûn tê jiyîn

Di raporê de Tirkiye di kategoriya “Welatê Ne Azad” de cih girt. Her wiha hat destnîşankirin ku hewldana derbeya 2016'an a li Tirkiyeyê demeke dirêj e ku mafên siyasî û azadiyên sivîl xistiye bin sîbera xwe û wiha hat gotin: “Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê ev bûyer ji bo rakirina kontrol û hevsengiyên bingehîn ên demokratîk û tasfiyekirina hevrikên siyasî bi kar anîn.”

Freedom House di rapora xwe ya salane ya sala 2018’an de cara pêşîn di sala 2018’an de Tirkiye wek “Welatekî Qismî Azad” nirxand, di rapora xwe ya salane de di sala 2018’an de cara pêşîn statûya “Welatê Qismî Azad” daxist “Welatê Ne Azad” û ji sala 2018’an vir ve Tirkiye wek “Welatê Ne Azad” tê binav kirin.

Welatê ku were lêkolîn kirin

Di raporê de rojeva hilbijartinên Tirkiyeyê jî cih girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi guhertinên sala borî yên di qanûna hilbijartinê de hat kirin, hikûmet dê biryardariya dadwerên ku îtîrazên li ser encamên hilbijartinê binirxînin kontrol bike, her wiha hat destnîşankirin ku kampanyayên muxalefetê û medyaya serbixwe bi “qanûna dezenformasyonê” zêdetir zextan li wan tê kirin. Her wiha ji ber geşedanên sala 2022’an Tirkiye jî ket nav lîsteya welatên ku divê di sala 2023’an de bên lêkolînkirin.

Pêşniyarên hatine dayîn

Di dawiya raporê de pêşniyarên xwe yên polîtîk ên ji bo welatên demokratîk wiha rêz kir:

 "*Alîkariya Ukraynayê bikin ku serbikeve.

 *Dest ji dayîna derfetan ji bo desthilatdaran berdin.

 * Li ser fezîletên demokrasiyê vekirî bin û ji wê tawîzê nedin. Di hewldanên pêwîst yên ji bo parastina demokrasiyê de xwe ne westînin.

 *Azadiya çapemenî û azadiya xwe îfade kirinê biparêzin.

 *Piştgiriya ji bo parêzvanên mafên mirovan, welat û herêmên di xalên krîtîk de di qasiyek girîng de zêde bikin.