Wekîlên HDP'ê di hevdîtina budçeyê de Peymana Stenbolê protesto kirin

Wekîlên Jin ên HDP'ê di hevdîtinên budçeyê yên li ser Budçeya Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê de çalakî pêkanîn.

 
Enqere- Di Komîsyona Plan û Bûtçeya Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de, di hevdîtinên budçeyê yên li ser Budçeya Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê de Peymana Stenbolê hate protestokirin.
Wekîlê muxalîf pankartên bi nivîsa "Peymana Stenbolê wê bijî !", "TCK 103, 6284 pêk bînin" û " “Peymana Stenbolê dide jiyîn” vekirin.
Wekîlên ku bertek nîşanî axaftina Wezîr Derya Yanîk ku di der barê Peymana Stenbolê de yek gotin jî nekiriye dan û gotin, "Peymana Stenbolê dide jiyîn”.