'Wêjevanên Kurd divê li her mala ku dapîr lê hene bigerin'

Şehnaz Çolî ya ji navçeya Amûdê got ku di her gotineke pêşiyan de serpêhatî, bûyer û perspektîfek heye, ji lewre bang li wêjevanên Kurd kir ku li wan gencîneyên veşartî bigerin.

SORGUL ŞÊXO

Amûdê - Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Gotinên pêşiyan ew gotin in ku çîrokekê, darêzekê, nêzîkatiyekê, pendekê, derûniyekê, qerf û henekeke estetîk û rexneyekê yan jî perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne ziman e. Gotinên pêşiyan ji ber bi awayekî kurt hatine ziman, hiştine ku di hiş û bîra her kesê de bimînin û di her bûyerê de bi hêsanî were gotin.

Şehnaz Çolî ji navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, girîngiya parastin û zindîkirina gotinên pêşiyan û çawaniya belgekirina wê di pêvajoyeke wiha çarenûsî de nirxand.

Di her gotineke pêşiyan de zanîneke veşartî heye

Şehnaz Çolî got ku di her bûyerek çêbûyî de gotinek di dema wê de jê re hatiye gotin heye û wiha domand: "Bêjerên gotinên pêşiyan ne diyar in û ev dibe malên gel, dîrok û çawaniya gotina wê jî nediyar e. Di her gotineke pêşiyan de zanîneke veşartî heye. Her gotinek şîretek e. Bûyerên ku berê qewimîne û di wir de gotinek pêşiyan derketiye, di roja me ya îro de jî di gelek kêlî, hûrgulî û bûyerên îroyîn de em bi kar tînin û careke din wan gotinan bi devkî zindî dihêlin. Gelê Kurd di warê gotinên pêşiyan de gelek dewlemend e lê ji ber rewşên ramyarî ev gotin nehatin nivîsandin û tomarkirin, tenê bi devokî hatine nivîsandin û ji nifşek ber bi nifşeke din ve mane. Bêguman bi hezaran gotin jî winda bûne, daneheva wan jî di roja îro de xwedî zor û zehmetî ye."

Rastkirinek ji gotinek pêşiyan re 'Jin ne dara riziyayî dar a şîn e'

Şehnaz Çolî gotinên pêşiyan ên der barê jinan de çewt hatine gotin wiha bilêv kir: "Bêguman hinek gotinên pêşiyan der barê jinan de hene lê belê min guhertin. Mînak dibêjin "Kerê ji wî kerî dê bibe tu tê werî" lê min wiha guherandiye û kiriye "Kurê ji wî kurî, dê binêre û tû tê werî" wate ev gotin ji bo zewacê tê bikaranîn divê kesê diçe bixwaze jî ne li teşe lê belê li tevgera dayik, rêzgirtin, civakbûyîn û zanebûna wê binêre û paşê biryara zewaca ji keça wê bide. A din jî gotina "Jin dara riziyayî ye" ev gotin piştî pêşketina desthilatdarî û kapîtalîzmê hatiye gotin. Jin dar a şîn e, ji ber her berhemê dide, jiyanê di nava xwe de dihewîne û perwerdeya jiyan û afirîneriyê dide civakê. Lê ew sîstemên ku mafên jinan diçewisînin jî bêtir bi navê olê tevgeriyane. Di bin peyva ew nazik e de, xwestin jinan ji dara şîn veguherînin dara riziyayî. Heta berî sedsala 19’an jî bi hicetên ku jin ji xwînê ditirse û nikare xwe li ber rewşên giran ragire, rê nedidan ku jin di beşa tenduristiyê de xwe bi pêş bixin. Bijîjkiiya jinan jî ne zanistî didîtin. Lê jinan gotin ku ew dikarin bikin û kirin."

'Heta niha pirtûkek ji gotinên pêşiyan nehatiye amadekirin'

Şehnaz Çolî da zanîn ku hewldanê zindîkirina gotinên pêşiyan heye û wiha pêl da gotinên xwe: "Hewldana zindîkirina gotinan heye, mînak di dawiya hin pirtûkan de çend gotinên pêşiyan li pey hev rêz dikin an jî di lêgerîna ser google de dikare were dîtin. Lê belê pirtûkek ji van gotinana hatibe amadekirin tune ye. Lê em niha ji civak, xwendekar û dapîrên xwe daneheva gotinan dikin. Dema ez bi kar tînim zarok û neviyên min jî ji min digrin û ew bi kar tînin, wiha bi awayekî tomatîk zindîkirina gotinên pêşiyan bi devkî pêkan dibe. Gotinên pêşiyan li gorî kevnbûn û wateya wan hatine hiştin lê hin gotin ketine şûna hin gotinan û bêguman ev jî sedemek wê heye.

‘Dapîr gencîneyên veşartî li wan were guhdarîkirin'

Şehnaz Çolî erka ku dikeve ser milên wêjevan û rewşenbîran wiha bi bîr xist: "Wêjevanên ku xebatên wêjiya Kurdî û serboriyên wê dikin divê hewldanên pir mezin bikin da ku van gotinan ji dapîr, civak û hwd. berhev bikin û wekî pirtûk çap bikin û bigihîjînin ber destên xwîneran. Lêvegera li pêşiyên xwe dê ji kêmasiyên heyî re bibe derman û dîroka ku pê hatiye lîstin careke din vegerînin cewherê wê. Divê ku em wêje û çanda xwe ji dest nedin. Mala ku dapîr lê hebe, bêguman gencîniyekee veşartî ji sedan çîrok, serpêhatî, agahiyên serborî û gotinên pêşiyan lê heye. Divê ku neviyên wê malê ne tenê lê guhdar bikin, binivîsînin û gencîneya xwe mezintir bikin, ji windabûnê biparêzin."