Qedexeya hevdîtinê dan girtiya ku cezayê darvekirinê şermezar kir

Girtiya jin Anîşa Eshedullahî ku li girtîgeha Evînê tê girtin, ji ber li dijî cezayê darvekirinê nerazîbûn nîşan da, rejîma Îranê 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re, lê birî.

Navenda Nûçeyan – Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî, welatî, çalakvan û jinan bê navber berdewam dikin. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, cezayê 3 mehan li mamosta û çalakvan Anîşa Eshedullahî ya li girtîgeha Evînê tê girtin hatiye birîn.

Hate gotin ku ji ber Anîşa Eshedullahî li dijî cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîz û Şerîfe Mihemedî hatî birîn nerazîbûn nîşan daye, cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re lê hatiye birîn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye beriya niha jî Anîşa Eshedullahî ji bo protestokirina darvekirina Reza Resaî, hevdîtina di meha Tebaxê ya bi telefonê red kiribû.

Anîşa Eshedullahî di Nîsana 2023’yan de, li mala çalakvanê sendîkaya mamostayan Mihemed Hebîbî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin û ji bo girtîgeha Evînê hatibû veguhestin. Di 8’ê Gulana heman salê de bi kefalet hatibû berdan.

Herwiha piştre li şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadger Îman Efşarî bi sûcdariya “civîn û komplo” 5 sal û ji sûcê “propagandaya li dijî dewletê” 8 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.