‘Wê rejîmên faşîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bên têkbirin’

Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên faşîst bi felsefeya “Jin jiyan azadî” bên têkbirin û jinên girtî yên ku bi vê dirûşmeyê li ber xwe didin, hatin silavkirin.

Navenda Nûçeyan – Bi wesîleya 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî ya ku li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve hate qetilkirin û bi armanca xwedî derketina li şoreşa “Jin jiyan azadî” li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakî hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PAJK a Swîsreyê ve, Kurdistanî hatin ba hev û di destpêka çalakiyê de ji bo bîranîna Jîna Emînî û şehîdên serhildana Jin Jiyan Azadî deqeyek rêz hate girtin.

Çalakî di bin baraneke zêde de, pêk hat. Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer û Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya yek bi yek axivîn.

‘Em ê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber xwe bidin’

Berdevka YJK-S’ Selma Surer diyar kir ku di van du salên borî de hêrsa wan a li hemberî qetilkirina Jîna Emînî, hîn kêm nebûye û ev tişt got: “Sedemê qetilkirina Jîna Emînî, Kurdbûna wê bû. Weke jineke Kurd zextên dewleta Îranê qebûl nekir û li ber xwe da, lewma hate qetilkirin. Hêza ti kesê têra jinên Kurd nake. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li ber xwe bidin. Ne tenê li Îranê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî jinên pêşeng tên hedefgirtin. Em ji her demê zêdetir bi hêrs in. Em ê van desthilatdarên zalim, bi têkoşîna xwe têk bibin. Em ê her tim li qadan bin.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê daxuyaniyeke bi zimanê Elmanî amade kir û ev daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Bejan Îsmaîlî ve hate xwendin.

‘Em ê bibin dengê jinên girtî yên li girtîgehên Îranê’

Piştre Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya mafê axaftinê girt û ev tişt got: “Em Jîna Emînî ya berî du salan hatî qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ silav dikin, em ê her tim bi wan re bin. Em ê her tim bibin pora Jîna. Em ê bibin pora sor a Sarayê. Em ê bibin pênûsa Hêro û Gulistanê. Em ê bibin dengê qêrîna Narînê. Hûn ê nekarin me bêdeng bikin.”

Me soz daye; Em ê bi perspektîfa Jin Jiyan Azadî we bişînin sergoya dîrokê. Hûn ê tune bibin!”

Dîlan Çetînkaya bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, jinên girtî yên li girtîgehên Îranê li ber xwe didin jî silav kir û destnîşan kir ku ew bibin dengê berxwedana wan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.