Wê her roj bibe roja têkoşîna jinan
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanî bi coşek mezin hat pîrozkirin. Jinan bi peyamên xwe diyarkirin ku ne tenê 8’ê Adarê wê her roj bibin roja têkoşîna jinê.
Mexmûr – Ji 1’ê Adarê ve di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) de, bi dirûşmeya ‘Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Bi Ramanên Rêber Apo Kezî û Jiyana Xwe Bihûnin’ rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî tên lidarxistin.
Bi heman coşê jinên wargehê îro berê xwe dan qada pîrozbahiya Navenda Çand û Hunerê û bi şahiyek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser giringiya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Bêrîvan Îşlek axivî.
‘Îro dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger kirine’
Bêrîvan Îşlek bal kişand ser têkoşîna jinan a li hember zîhniyeta desthilatdar û wiha got: “Em 8’ê Adarê ne tenê wek pîrozbahiyek digrin dest, ev roj roja berxwedan, têkoşîn û tolhildanêye. Di vê rojê de gelek jinan berdêlên mezin dan. Heta roja îro jî ev berxwedan didome. Taybet jina Kurd ji bo azadiya jin û civakê mîsoger bike, têkoşîn dike. Em ê wek jin heta dawî li pey xeta jina azad û xeta Rêbertî bin. Îro dema jin e, dema têkoşîn û berxwedanê ye. Îro dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger kirine.”
Piştî axaftinê, danezana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi boneya 8’ê Adarê şandi bû, hate xwendin.
Piştî xwendina peyamê, şanoya bi navê Şehîd Hêvî hat pêşkêş kirin. Piştî şanoyê, Koma Mûzîkê ya Stêra Zêrîn stranên xwe pêşkêş kirin û herî dawî jî Koma Govendê ya Stêra Zêrîn derket ser dike.