Wê her destanên qehremaniya jinan bên nivîsandin

Jinên Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi boneya Roja Jinan a Cîhanî hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heya rûpelek spî di dîrokê de mabe, wê destanên qehremaniya jinan li ser bê nivîsandin

 
Heleb- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di hemû qadên jiyanê de roleke sereke lîstin. Di pêşengiya şoreşê de xwedî rol û misyon bûn. şoreşa jinan bû kilîta azadiya bi hezaran jinan û tê de jinan nasnameya xwe girtin. Çîroka têkoşîna jinên 8’ê Adarê li dijî sîstemên serdest li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare bû û heya roja me ya îro jî serkeftinên jinan tên jiyîn. 
Bi hatina 8’ê Adarê re hemû jin hestên serkeftin û azadiyê dijîn. Jin dilşadiya xwe bi têkoşînê dixemilînin û soza domandina wê didin. Têkildarî mijarê jinên Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi boneya Roja Jinan a Cîhanî hestên xwe anîn ziman.  
 Vejîna îradeya jinan bi şoreşê re derket pêş
Sîham Mihemed destnîşan kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek guhertin di kesayeta jinan de da çêkirin û wiha pêde çû: “Di serî de em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin. Ji dema ku desthilatdarî pêş ketiye û di civakê de bi cih bû, bi xwe re koletiya jinan feriz kir. Neheqiya ku li jinan dihat kirin, hişt ku vîna wan bipejire. Herî zêde vejîna îradeya jinan bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derkete pêş.  Hevgirtin û hevbeşiya jiyanê di navbera jinan de, hişt ku serkeftinên wan mayînde bibin. Êdî gav paşve avêtin wê ne erke me be. Em ê hemû rojên jinan bikin têkoşîna 8’ê Adarê.”
 Berdewamiya têkoşîna 8’ê Adarê 
Jiyan Berkel jî bi boneya Roja Jinan a Cîhanê nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: “Bîranîna têkoşîna jinên 8’ê Adarê roleke pir mezin di jiyana me hemû jinan de lîst. Dema mirove vedigere dîrokê dibîne ku her ev bone hatiye jiyîn. Em vê rojê ne tenê weke rojeke sembolî bi çend gotinên qalind derbas dikin lê belê jiyandina ziraviyên têkoşîna vê rojê em esas digirin. Ji bo azadiya tevahî jinan em gavên bi hêz davêjin û hezkirina vê rojê di dilê xwe de zindî dihêlin. Bi boneya 8’ê Adarê di cihê xwe de nema weke tiştekî normal, îro bi hezaran jin bi rihê 8’ê Adarê têdikoşin. Wê çîroka me li vir bi dawî nebe, heya ku rûpelek spî di dîrokê de mabe, wê destanên qehremaniya jinan ser bê nivîsandin.”
 Wê jin tundî û destdirêjiyê li ser xwe qebûl nekin 
 Fatme Hesen destnîşan kir ku 8’ê Adarê encama têkoşîneke pir mezin a jinan bû û wiha nêrîna xwe parve kir: “Jinan serhildêr berxwedaniyeke bêhampa dane meşandin. Ji bo maf, azadiya xwe û wekheviyê di tevgerê de ne. Bi boneya 8’ê Adarê pêwîst e em ne tenê bi bîr bînin lê belê em di dilê her jinekê de bidin hezkirin. Dema hezkirina mezin bibe jî wê tu jin tundî û destdirêjiyê ser xwe qebûl nekin. Jixwe bi saya fikrên Rêber Apo em îro di civakek wekhev de dijîn. Ger jin azad nebe civak jî azad nabe.”