‘Wê êriş nikaribe pêşiya îradeya jinan bigire’

Endama Koordînasyona Kongra Star, Jiyan Hisên êrişa li Qamişlo pêk hat şermezar kir û got: "Hedef girtina jinan di van êrişan de planeke bi zanebûn e. Lê wê êriş nikaribin pêşiya îradeya jinan bigire.”

PERWÎN AMARA/PELÎN PELDA

Qamişlo- Di 28’ê Tebaxê de li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û garaja otobûsan a  taxa Enteriyê yê Rojhilatê bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wesayîtekê de teqîn pêk hat û di encama vê teqînê de Endama Kongra Star Xalîde Mihemed Şerîf a 40 salî û kurê wê Hêjar Ednan Silêman ê 24 Salî jiyana xwe ji dest dan. Tekilîdarî êrişa ku pêk hat, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên ji ajansa me re axivî.

‘Ev êriş ne ji rêzê ye’

Jiyan Hisên di destpêka axaftina xwe de ji malbata Xalîde Mihemed Şerif û kurê wê Hejar Ednan Silêman re sersaxî xwast û armanca êrişan wiha nirxand: "Dayika Xalîde endama Kongra Star ya taxa Enteriyê ya Qamişlo bû. Dema ku ji ser kar vedigere wê biçe malê, ew û kurê xwe dibe hedefa êrişa hovane. Ev bûyera ku li bajarê Qamişlo taxa Enteriyê rû da, bi taybet ji bo me wekî Rêxistina Kongra Star bûyerekî bi êş e û ne ji rêzê bû. Di şoreşa Rojava de me gelek bedelên giranbiha da. Ev bûyera dayika Xalîde jî yek ji wan bûyeran bû ku bandor li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Jiyan Hisên diyar kir ku bi hedef girtina jinan destkeftiyên şoreşê tên armanc girtin  û wiha pê de çû: “Em rojane dibînin ku her destkeftiyên vê şoreşê berfirehtir dibin. Her ku jin di nava vê şoreşê de xwe bi rêxistin dikin û civaka xwe bi rêve dibin, êriş û qirkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê jî  li ser jinan hin zêdetir dibin. Sedsala 21'emin bûye şoreşa azadiya jinan. Ji bo wê jî li her çar parçeyên Kurdistanê êriş, tundî û qetilkirina li ser jinan her diçe zêde dibin. Ev êrişên ku rojane li ser me têne kirin, wê bandor li xebatên tekoşîna me ya li dijî êrişan neke û wê soza me ya tekoşînê hîn zêdetir bilindtir bike. Em ê heta dawî şopdarê rêya wan bin."

'Jinên Kurd bi Şoreşa Rojava re gelek serkeftinan bi dest xistin’

Jiyan Hisên di berdewamiya axaftina xwe de got ku deshilatdaran ji bo destkeftiyên şoreşa jinê têk bibin her roj jin dibin hedefa êrişan û wiha got: "Di avakirina Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinê hate naskirin. Tekoşîn û berxwedana jinan ji tevahî jinên cîhanê re bû îlhama serkeftinê. Ew jinên ku çek rakirin û li hemberî hêza çeteyên DAIŞ’ê yên ku tevahî cîhan nedikarî li hemberî wan bisekine şer kirin û ev hêz têk birin. Şoreşa jinan ya ku li hevahî Rojhilata Navîn deng veda. Ev destkeftiyên ku jinên Kurd bi Şoreşa Rojava re bi destxistin, cesaret da tevahî jinên cihanê ku civaka xwe  bi rêxistin bikin û pergala xwe avabikin.

‘Li ser jina tekoşer qetilkirin tê ferzkirin’

Jiyan Hisên amaje bi vê yekê kir ku li ser jinên tekoşer qetilkirin tê ferzkirin û wiha li ser axaftinên xwe zêde kir: “Di van çend salên dawî de êrişên ku li ser jinan zêde dibin, ev planeke ku bi zanebûn ji aliyê hêzên hegemonîk ve hatiye plankirin. Ew jina ku êdî dîroka xwe naskiriye, ketiye ferqa koletiya xwe, bûye xwedî zanebûneke kûr û bi rêxistinkiriye, wê li hemberî tu êrişan têk neçe. Êrişa ku di 23'ê Tebaxê de li Başurê Kurdistanê ku her du rojnemevanên jin tê de ji aliyê balefireke bê mirov a dewleta Tirk ve hatin hedef girtin, di heman demê de her du jinên rojnemevan ku li Îranê cezayê îdamê li wan hat birîn û li Bakurê Kurdistanê jî rojane em dibinin ku  her jineke ku serî radike, qetilkirin li ser wan tê ferzkirin.  Her ku qirkirin zêde dibin, hevgirtina jinan jî xurtir dibe. Herî dawî li Hindistanê jineke bijîşk ji bo doza mafê jinan kir hat qetilkirin û bi hezaran jin derketin qadan û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xwedî lê derketin. Felsefa “Jin jiyan azadî” êdî ji bo tevahî jinên cîhanê bû yekitiya hevgirtinê."

'Li hember êrişan tekoşîna me bilindtir bibe'

Jiyan Hisên herî dawî got wê tekoşîn û berxwedana wan li hemberî êrişan berdewam bike û bang li saziyên navneteweyî kir ku bêdengbûn erêkirina êrişane û wiha bi dawî kir: "Wek Kongra Star soza me bi hemû jinên ku îro ji bo azadiya jinan têdikoşîn û hemû jinên ku ji bo parastina vê axê canê xwe fedakirine û yên ku di van êrişan de bûne hedef, wê asta me ya berxwedan û tekoşînê, ji bo mezin kirina şoreşa jinan bilindtir bibe. Weke Kongra Star em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li hember ev êrişên ku rojane li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tên, bêdeng nemînin û hesab ji kujeran bixwazin. Bêdengbûna li hemberî van êrişan hevkariya bi dewleta Tirkiyê re dide nîşan dan. Ji bo rê li pêşiya van êrişan were girtin, em ê bi hevgirtina jinan deskeftiyên şoreşa xwe biparêzin."