Wan ji 8'ê Adarê re amade ye: Fînal wê bi mîtînga mezin be

Jinên Wanê, wê heta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li qadan bin. Zeynep Kaya, diyar kir ku bi rêxistinbûn û îradeya jinan dê qeyûman bişînin û wiha got: "Em ê destkeftiyên xwe paşve bigrin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Bi amadekariya hilbijartinên xwecihî yên ku di 31'ê Adarê de li Tirkiye û Kurdistanê pêk werin, jinên Wanê dest bi amedekariya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê kirin. Jinên ku armanc dikin bi modela hevserokatiyê re li bajêr ji 14’an 14 bi dest bixin, her roj li navçe û gundan xebatan dimeşînin. Her wiha di van xebatan de ji bo beşdariya mitîngên 8’ê Adarê jin tên vexwendin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku wê bi konvoya binefşî, meşên bi meşale, meş, mîtîng û şahiyan, bi jinên li bajêr re li hev bicivin, anîn ziman ku bi coşa 8'ê Adarê re ber bi hilbijartinên herêmî û pîrozbahiyên Newrozê ve biçin.

Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newroz û hilbijartinên xwecihî ve biçin!

Endama TJA'yê Zeynep Kaya, bal kişand ser bernameyên ku di hefteya 8'ê Adarê de li bajêr werin lidarxistin û diyar kir ku 8'ê Adarê bi têkoşîna jinan bûye sembol, îro ji bo hemû jinên li cîhanê têdikoşin xwedî wateyeke mezin e. Zeynep Kaya, diyar kir ku jinên Kurd ên tevî zext û êrîşan jî têkoşîna azadiyê didomînin, her sal bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" diherikin qadan û da zanîn ku weke jinên Wanê bi bernameyên rengîn heta 8’ê Adarê dê bi jinan re bin. Jinên ku hem bernameyên hilbijartinê, hem jî yên roja jinan binîn cem hev û xebatên xweser bimeşînin, wê 8’ê Adarê jî mîtînga fînalê pêk bînin. Zeynep Kaya, da zanîn ku armanc dikin bi vekirina buroyên hilbijartinê yên jinan û hevdîtinên jinan re li bajer bigihijîn bi hezaran jinan û diyar kir ku wê bi ruhê 8'ê Adarê qeyûman bişînin û destkeftiyên jinan ên hatine desteserkirin ji nû ve bigrin.

'Rêxistinbûna jinan ranaweste'

Zeynep Kaya, bi balkişandina ser girîngî û wateya 8'ê Adarê dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku îro li seranserê cîhanê jin ji bo jiyana azad têdikoşin. Zeynep Kaya, diyar kir ku têkoşîna heyî her sal zêdetir xurtir û birêxistin dibe û di vê çarçoveyê de jin kolanan vala nahêlin û wiha got: "Hemû bajarên Kurdistanê di vê wateyê de têkoşînek mezin didin." Zeynep Kaya, da zanîn ku bi hevdîtin û bi projeyên ku wê piştî hilbijartinê bi cih binin re dê Wanê bigihîjînin statuya bajarê jinan û wiha got: “Dema ku em îro lê dinêrin, dibînin ku li dijî jinan êrîşeke piralî heye. Tundiya li dijî jinan û cînayet her diçe zêde diin. Dîsa li girtîgehan gelek hevalên me yên jin ku bi awayekî bêhiqûq tên girtin hene. Jinên ku dixwazin li derve siyasetê bikin, rastî êrîşan tên. Dîsa jinên li Rojava têdikoşin bi astengiyan re rû bi rû ne. Me jin tu carî li dijî van êrîşên piralî serî netewand. Wek her dem em ê îsal jî bi vê ruhê bikevin hefteya 8’ê Adarê.”

'Xebatên me wê bi mîtîngek bi dawî bibe'

Zeynep Kaya, der barê xebatên ku wê li bajêr bên kirin de agahiyan da û wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de li hemû navçeyên xwe her roj bernameyên cuda li dar bixin. Me startên xwe di 26’ê Sibatê de da. Piştî vê jî em ê giranî bidin ser tax û gundan. Em ê dîsa hevdîtinên jinan û şahiyan pêk bînin. Em ê meşa bi erbane li dar bixin û jinan vexwînin mîtînga fînalê. Ji girtîgehan re em ê kartan bişînin, li dijî zêdebûna tundiya di vê pêvajoyê de daxuyaniya çapemeniyê bidin û serdana malan bikin. Herî dawî em ê bi mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê re hefteya 8'ê Adarê bi dawî bikin. Piştî vê dest bi xebatên Newrozê bikin.”

'Jin wê bi hêz û bawreî destkeftiyên xwe paşve bigrin’

Zeynep Kaya, destnîşan kir ku ev pêvajo bi xebatên hilbijartinên xwecihî bi awayekî yekbûyî dê were meşandin û wiha got: “Armanca ewil a qeyûmên tayînî şaredariyên me hatin kirin jin bûn. Heta niha jî têkildarî jinan tu karek nayê meşandin. Berovajî vê yên heyî jî girtin an jî ji saziyên jinan re midûrên mêr tayîn kirin. Em ê bi xebatên xwe re destkeftiyên xwe paşve bigrin. Daxwazên hemû jinan ên vî bajarî çi bin, em ê pêk bînin. Em ê bi coş û kelecana xwe ya 8’ê Adarê re di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan. Ez bang li hemû jinan dikim ku destpêkê tevli vê bernameyê bibin û piştre jî herin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em ê bi hêz û îradeya jinan tiştên ku aydê me ne bigrin. Werin em hemû bi hev re xwedî li xwe û bajarê xwe derbikevin.”