Walîtiya Enqereyê Meşa Jinan a Cîhanê qedexe kir

Meşa Jinan a Cîhanê ya ku tê plankirin di 8'ê Cotmehê de li Qada Tandogan a Enqereyê bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan - 13. Civîna Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) bi beşdariya jinên ji 64 welatan li Navenda Çandê ya Kocatepe ya Enqereyê dest pê kir. Di civîna tevahiya rojê de, wê li ser mijarên cuda rêze nîqaş û panel bên lidarxistin. Ji welatên cuda ji 5 parzemînan wê jin wek axaftvan beşdarî panelan bibin.

Meş ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin

Walîtiya Enqereyê ji Meydana Tandogan heta AnitParkê "Em ji bo jiyanê li ber xwe didin, ji bo guhertinê dimeşin!" konser û meşa femînîst a ku tê plankirin 8’ê Cotmehê roja Yekşemê bi dirûşmeyan bê lidarxistin, qedexe kir.