Viyan Soran li Şengalê hate bibîranîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) bi civînekê bibîranî. Di civînê de li ser kesayet û sekna Viyan Soran a şoreşger hat vegotin her wiha soza gihandina xeyalên wê hate dayîn.

Şengal-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, di 18’emîn salvegera şehadeta Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran a 2’ê Sibata 2006’an de bi boneya salvegera Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir hate bibîr anîn. Bîranîn amadebûna jinên Şengalê û endamê meclisên jin yên Şengalê, Tilezêr û Siba Şêxidir bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endama Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel axivî, di şexsê Viyan Soran de tevahiya şoreşgerên tekoşîna azadiyê bibîranî û got: ”Em wek jinên Şengalê û tevahiya gelên bindest her dem deyndarê keda wan şehîdanin ku ji bo me pêşeng bûn. Em wek gel bi saya wan pêşengan îro li ser lingê xwe disekininû dikarin rêxistina xwe mezin bikin.”

‘Gihiştina xeyalên şehîdan serkeftine’

Neam bedel her wiha balkişand ser mezinbûna rêxistina jin û wiha got: “Van hevalên şehîd xeta xwe ya azadiyê emanetî me kirine, barê wan jî niha li ser milê me ye û pêwîste em nehêlin di tekoşîna azadiyê de ku bi pêşengiya şehîdan destpê kir de valahî çêbibe. Heval Viyan canê xwe feda kir û lîstokên qirêj vala derxist. Divê em xwe di wê astê de perwerde bikin û bibin şopdarê Viyanan. Her kesekê ku xwe welatparêz dibîne divê li keda şehîdan xwedî derkeve.”

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Viyan Soran hat temaşekirin. Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

‘Em li ser xeta şehîd viyanin’

Piştî biranînê Meclisa Jin ya Sîba Şêxidir Zehra Şemo Ji beşdarvanên civînê endama ji mere axivî û da zanîn ew li ser şopa Viyana ne û wiha got: “Îro ji meclisa Sîba, Şengal û Tilizêr em kom bûn û me ji bo bîranîna şehîd Viyan civînek lidarxist. Me îro hîn bihitir şehîd Viyan nas kir. Hevalên Viyan hatin em xilas kirin, em keda wan jibîr nakin. Di dawiyê de jî silavê min ji Serok Apo re hene û bi hêviya ku em Serokê xwe bibînin. Em heta dawiyê li ser xeta şehîd Viyan in û emê hemû armanc û xeyalên wê pêk bînin.”

‘Heta serkeftinê, emê doza xwe dewam bikin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sînem Ibrahîm jî da zanîn ku xeta ku Viyan Soran ji bo xwe esas girtibû civaka Êzidî ji fermanê xilas kir û wiha got: “Civîna me li ser salvegera Şehîd Viyan bû. Di serî de em sersaxiyê ji malbatê û hemû hevalên wê re dixwazin. Xeta ku şehîd Viyan ji bo xwe esas girtibû civaka Êzidî ji fermanê xilas kir. Ji bo wê jî heta dawiyê emê li ser xeta Şehîd Viyan bin. Emê li ser fikrê Rêber Apo jiyan bikin. Yek ji xeyalên Şehîd Viyan ew bû ku her kesî ji bindestiyê derxîne û xeyalekî wê jî dîtina Rêber Apo bû. Em heta serkeftinê li pey xeyal û doza wê ne.”