"Vîn û rêxistinbûna jinên Şengalê cuda ye"

Endama Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd ku bi şandeyek a Parlementera Newaya Nû Ysra Receb jî di navê de serdana Şengalê kirin bal kişand ser rêxistinbûna jinên Şengalê û got: “Li vêderê jin kariye hem xwe rêxistin bike û vîna xwe xurt bike, hem jî dikare xwe, gel û niştîmana xwe biparêze. Ev cihê şanaziyê ye, ji lewre ji bo piştevaniyê em hatine vêderê û emê daxwazên wan bigihînin cihên peyîwendîdar.”

VIYAN SAID
Şengal - Parlementera Iraqê ya Partiya Newaya Nû Yusra Receb û Rêvebera Tevgera Azadî Ronak Mecîd bi Heyetekê ve serdana Tevegra Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kirin. Paşê jî heyetê berê xwe da çalakiya Konê Rumetê û serdana çalakgeran kirin. Endama Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd sedema serdana heyeta wan a Şengalê nirxand. 
Ronak Mecîd diyar kir ku ew weke şandeya perlemantoya Iraqê wan seredana Şengalê û Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) kirin û wiha pêde çû: “Diviyabû hemû rojan gelê Başûrê Kurdistanê serdana Şengalê bikira, da ku ev vîna li vê derê bê dîtin. Li ser daxwaza Parlementer Yûsra Receb ku bên û serdana TAJÊ, Dayikan û konê berxwedanê bikin. Li ser daxwaza wê em hatin û me serdana Şengalê kir. Ji ber ku em dizanin ev komploya ku li ser gelê me piranî li ser gelê Êzidî ye. Ji ber ku koka Kurdan Êzidî ne, lewma wisa dihizirin ku tunebûna Êzidiyan, tinebûna hemû gelê Kurd e, lewma ew komplo ji roja DAÎŞ derketî heya niha berdewam dike. Ji bo wê pêwîste gelê Başûr her roj piştgiriyê bide vê berxwedanê, ji ber ku tenê em bi berxwedanê dikarîn ser bikevîn.”
“Jinan li vê derê vîn û rêxistinbûnek cuda pêşxistiye”
Ronak Mecîd şiyarbûn û baldariya welatiyên Şengalê ya li hemberî êrîşan jî wiha anî ziman: “Me li vê derê kelecana gelê Êzidî ya çawan bikarin xwe biparêzin dît, em gelek kêfxweşbûn. Ji ber em dizanin di dema DAÎŞ’ê êrîş kir de ev rêxistine tunebû, bi taybetî weke jin wê çawa bikaribe derkeve û parastina xwe û xaka xwe bike. Piştî şerê DAÎŞ’ê karîn ew fikr û felsefeya ku bikare jinan rêxistin bike, jin û gelê me yê Êzidî bi îrade bike û xwe biparêze pêş bixin. Ev vîn û rêxistinbûyîna pêşketî ji bo desthilatdaran bûye metirsiyek, ji ber wê her tim hewldidin li vê derê ango li Şengalê ev îrade nemîne, ji ber ku ya em li Başûrê Kudistanê dibînin ne vîna gel e. Raste gel berxwedaniyek kir û karî piştî raperînê û dayîna bi sedan şehîdî statuyekê li Başûrê Kurdistanê bi dest bixe, lê desthilatdaran ev îradeya gel şikandine, ji ber vê ye ku ev vîna gelê Başûr nîne. Hemû di destê deshilatê de ne.”
“Jinên Şengalê parêzvaniya axa xwe dikin”
Ronak destnîşan kir ku rêxistinbûna li Şengalê çêbûye cudaye û wiha dom kir: “Niha ev vîn û rêxistina li Şengalê heye pir cudaye, lewma hemû planên li ser wê roj bi roj bindikevin. Bi taybetî li vê derê weke jin karî bibe mînakekî pir cuda ji bo cîhanê pêşkêş bike. Ev mînak jî ewe ku jin kariye hem xwe rêxistin û vîna xwe xurt bike, hem jî dikare xwe, gel û niştîmana xwe biparêze. Lewre mînakek cuda ye. Her çiqasê erk û berpirsiyartiyên wan giran be jî lê karîne mînakekî pir cuda pêşkêş bikin, ji ber vê çavê hemû cîhanê li ser Şengal û bi taybetî jinên Şengalê ye. Ev hemû fîlm û belgeyên ku li ser wê hatine çêkirin îşareta vê yekê ne ango li ser jinên Şengalê yan Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ewqas fîlm û belgefilim hatin çêkirin. Divê li vir hemû jin yekgirtî bin û parastina hevdu bikin da ku bikarin parastina xak û niştîmana xwe bikin.”
Ronak Mecîd da zanîn ku tunebûna xweseriya Şengalê wê bibe tunebûna statuya Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê baş bizane ku tunebûna xweseriya ku Şengalê, tê wateya tunebûna statuya Başûrê Kurdistanê.” Ronak Mecîd herî dawî bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku mînaka jinên Şengalê ji bo xwe esas bigrin.
“Em daxwaza xweseriya xwe dikin”
Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Macida Dexil jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana şandeyê wiha anî ziman: “Me weke jinên Êzidî bi kifxweşiyek pir mezin pêşwaziya perlemantara Iraqê kir. Em kifxweş bûn her kesê ku berê xwe da Şengalê seredana Konê Rûmetê bike û berxwedana me nas bike. Em dixwezin axaftinên me bi hev re kirine bigihe ber destê Hikumeta Iraqê. Em weke civaka Êzidî pareçeyek ji Îraqê ne. Em dixwezin êdî îrada me nas bikin û xweseriya me qebûl bikin. Em ne ew jinên berî Fermanê ne, em bûne xwedî hêz xwdî îrade, em ticarî axa xwe bi dest kesê naxinin wê hertim biriyara me ev be û li ser wê berxwedaniya me bidome. Ji ber me qetilam dit zarokên me hatin koştin em weke berî fermanê ticarî qebûl nakin tukes axa me ji destê me bigire. Daxwaza me weke jinên Êzidî ewe axftina me bigihe ber destê Kazimî û bila zanbin em îro xwedî hêzin xwedî rêxstinin û daxwaziya xweseriya xwe dikin.”