“Vekişîna ji peymana Stenbolê tundiya li ser jinan rewa dike”

Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Ferîde diyar kir ku vekişîna dewleta tirk ji Peymana Stenbolê rewakirina êrîş û tundiya li ser jina ne.

HESNA MIHEMED
Şehba- Peymana Stanbolê bi navê "Peymana Meclisa Ewropayê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û malbetê" di sala 2011'an de hat erêkirin. Ev peyman ji ber li Stenbolê hat îmzekirin bi navê"Peymana Stenbolê" hat pênaskirin. Di nav de 45 dewletên Ewropayê yek jê dewleta tirk bi armanca tekoşîna li dijî tundiya li ser jin û malbetê her wiha rawestandina kiryaran li dijî jinan ev peyman qebûl kirin û îmze kirin. Dewleta tirk di 20'ê Adarê 2021'ê de biryara vekişandina ji peymana Stenbolê da û da zanîn ku derketina wê ji peymanê nayê wateya ku mafên jinan naparêze lê li ser rûyê erdê beravojî wê xuya dike. Ji vekişîna dewleta tirk ji peymanê û heya niha zêdetirî 27 jin rastî qetilkirin û kiryaran hatine. Li seranserî cîhanê jin çalakiyên xwe li dijî vê biryarê dane destpêkirin û piştgiriya xwe ji jinên Tirkiyeyê re nîşan dan. Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Ferîde Îbo behsa vekişîna dewleta tirk ji peymana Stenbolê kir û nirxand.
“Vekişîna ji Peymana Stenbolê rewakirina kuştina jina ne”
Vekişîna dewleta tirk ji Peymana Stenbolê tê wateya tirsa wan a ji hêz û îradeya jinên berxwedêr. Ferîde wiha ev mijar anî ziman: "Vekişîna dewleta tirk ji peymana Stenbolê ya parastina mafên jinan tê wateya ji hêz û îradeya jinan bi tirs in her wiha tundiya ser jinan jî rewa dike. Piştî vekişîna dewleta tirk ji peymanê da zanîn ku tevî derketina wan ji biryarên peymanê lê wê mafên jinan biparêzin. Li ser rûyê erdê rewş berovajî ye êrîş û kiryar li ser jinan zêdetir bûn, rojane jin rastî bindestî û îşkenceyan tên. Jinan dikaribûn bi rêya felsefeya azad xwe bi rêxistin bikin loma her dewleta tirk êrîşên jinan dike û dixwaze wan tune bike. Li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine dagirkirin vê yekê îsbat dike ku jin her di komkujiyan re derbas dibin."
Ferîde destnîşan kir ser destkeftiyên jinan li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û wiha domand: "Çalakiya fedayî ya şehîd Arîn Mîrkan di şerê Kobanê de li cîhanê vedenga jina azad bû her wiha li herêmên rizgarkirî weke Reqa û Dêrezorê dîsa bi qehremaniya jina azad û berxwedêr ew herêm ji destên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û jinan destkeftiyên mezin bi dest xist. Terora  DAIŞ'ê ya tevahî cîhan xistibû nav metirsînekê de, ser destê jina xwedî îrade hate şikandin. Li Efrîn jî tirsa dewleta tirk ji jinan heye, ji bo wê asta kiryarên xwe li dijî wan mezintir dike. Tevahî kiryar û binpêkirina mafê jinan bi erêkirina AKP'ê ku serkêşiya wê Erdogan dike tevahî cîhan bêdeng e."
“Kiryarên dijmirovî li ser jinan dewam dikin”
Li tevahî deverên cîhan li pêşiya raghandinê mafên jinan tê parastin lê li ser rûyê erdê ev maf tam nehatiye dayîn Ferîda wiha ev mijar şîrove kir: "Li pêşiya raghandinê her dewlet dibêje em mafên jinan diparêzin û parastina wê dikin lê li ser rûyê erdê beravojî vê xuya dike. Li Efrînê jin rojane rastî êşkence, revandin, qetilkirin û tecewîzkirinê tên, piraniya jinan ji ber hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê dighîjin asta xwekuştinê. Di heman demê de jinên li zindanên dewleta tirk hatine dîlgirtin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Hebûna dewleta tirk di peymana Stenbolê de tu guhertin ji bo parastina mafê jinan bi xwe re neanî. Li Tirkiyeyê beriya peymanê û piştî wê her jin rastî kiryarên dij mirovî tên."
“Biryarên hatine dayîn jinan naparêze”
Ewropa ruxmî hebûna wan di peymana parastina mafên jinan de bêdengiya xwe li hember kiryar û êrîşên li ser jinan nîşan didin. Ferîde wiha bi dawî kir: "Meclisa Ewropa ya di peymana Stenbolê de cih girtiye, ji bo parastina hebûn û mafên jinan ji bo kiryaran tiştek nekiriye. Li hemberî kiryarên dewleta tirk û hedefgirtina hebûna jinan bêdeng in, tu biryar ango gav ji bo parastina mafên jin nehatina avêtin. Heya vê kêliyê tu rêxistinên mafên mirovan li hemberî îşkenceya li ser jinan tiştek nekirine. Ya baş û pêwîst ew e ku jin bi xwe li dijî van hemû biryar û kiryaran têkoşîna xwe xurt bikin."