‘Vekirina zanîngeha Kobanê di warê xwendinê de bûyereke dîrokî ye’

Hevseroka Zanîngeha Kobanê têkildarî vekirina avahiya nû ya zanîngehê got: “Me bi riya şoreşê hêviyên gelê Kurd ên fêrbûn û perwerdeya bi zimanê dayikê jiyanî kir. Lewre em niha roj û bûyerên dîrokî dijîn.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Zanîngeha Kobanê ku di 2017’an de hat vekirin û bi salan xebatên xwe yên perwerdeyê pêk anî, di 3’ê Adarê de derbasî avahiya xwe ya nû bû, derfetên xwendinê di her warî de zêdetir bûn.

Zanîngeha Kobanê di 3’ê Adarê de di bin dirûşma “zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e” bi rengê xwe yê nû hat vekirin. Xebatên avakirina zanîngehê ji 2018’an ve hatibûn destpêkirin ku bi mesaheta 3 hezar metre hat avakirin.

Di zanîngeha Kobanê de 2 fakulteyên sereke hene yek a wêjeyî û zanistî ye. Ev fakulte li ser 12 beşan dabeş dibe ku fakulteya wêje, perwerde, zanistên xwezayî, peymangehên zanistên xwezayî, zanistên perwerde, bijîşkî, teknîkî, hesabkirin, ziman, zanistên rêvebirin û qanûn, xwendina bilind a zanistên perwerde û xwendina bilind a zanistên civakî digre.

Vekirina zanîngeha nû ya Kobanê bi kêfxweşiyeke mezin ji aliyê gel û xwendekarên Kobanê ve hat pêşwazîkirin.

Têkildarî vekirina zanîngeha nû ya Kobanê hevseroka zanîngehê Xezne Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

‘Em bi şert û mercên dijwar gihîştin van rojan’

Xezne Îbrahîm behsa pêvajoyên pêşketina zanîngeha Kobanê kir û got: “Gelê Kurd bi salan e hêvî û xeyal dike ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û perwerde bibîne. Ev yek îro bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jiyanî dibe ku em dibînin ji pêvajoya dibistanan ber bi peymangeh û zanîngehan ve bi zimanê zikmakî tên xwendin. Bêguman vekirina zanîngehan xebateke ne hêsan e, ji ber em di vê xalê de behsa asta herî bilind a xwendinê dikin. Ji ber vê ez vê gavê gelek pîroz û bi wate dibînim. Jixwe di destpêkê de zanîngeha Efrînê û ya Rojava hatin vekirin ku wê demê hejmareke mezin ji xwendekaran berê xwe danê. Zanîngeha Kobanê jî di şert û mercên dijwar de di 2017’an de hat damezirandin. Tê zanîn ku li bajarê Kobanê şerekî mezin pêk hat ku di encamê de piraniya avahî û binesaziya herêmê hat rûxandin. Ji ber vê me astengiyên mezin di dîtina cihê ku em veguherînin zanîngehê de dît. Lewre di destpêkê de di asta zanîngehê de jî nebe, me bi fakulteya Wêjeya Kurdî û zanistên xwezayî dest pê kir ku wê demê 35 xwandekar hebûn. Ev gav bû zemînekî bihêz ku piştî ewqas sal em gihîştin van rojan û îro beşên me jî gelek in, hejmara xwendekaran jî zêde ye.”

‘Di 12 beşan de hezar û 200 xwendekar hene’

Xezne Îbrahîm agahiyên der barê zanîngehê de wiha parve kir: “Di zanîngehê de me gelek fakulte û beşên sereke vekirine. Fakulteya perwerde û peymangeha zanistên perwerdeyê heye ku di nava xwe de beşên zimanê Înglîzî, erdîngarî, mamosteyên refê, biyolojî û hwd. digre. Her wiha fakulteya wêjeyî di nava xwe de wêjeya Kurdî û Erebî digre. Peymangeha teknîkî jî heye ku beşên kehrebe û teknîk, hesabkirin, rêvebirin û qanûn hene. Li milekî din peymangeha bijîşkî jî heye ku di nav de 3 beş hene û di di dema pêş de beşa teknîseyenê dermanxaneyê dê vebe. Di zanîngehê de hezar û 200 xwendekar hene ku piraniya wan jin in, karmendên zanîngehê jî 186’ in, her wiha 30 mamosteyên saetan jî hene.”

‘Em rojên dîrokî dijîn’

Xezne Îbrahîm da zanîn ku niha li Rojavayê Kurdisanê şoreşa ziman pêk tê û got: “Vekirina zanîngeha nû ya Kobanê ji bo me bûyereke dîrokî ye ku em bi vê gavê re gihîştin asta zanîngehên cîhanî. Her wiha ji bo meşandina xebatên perwerdeyê jî bandoreke mezin a erênî çêkir. A niha hejmara holan zêdetir û mezintir in ku xwendekar dikarin bi rehetiyeke mezin waneyan bibînin. Her wiha her beşek xwedî avahiyeke serbixwe ye ku ev yek jî rê li ber tevliheviyê digre. Li aliyekî din me dikaribû di zanîngeha nû de laboratuwaran amade bikin ku xwendekarên beşên fizîk, kîmya û bijîşkî bi temamî perwedeya xwe bibînin. Lewre kêfxweşiya ku niha em û xwendekar dijîn nayê gotin ku em ê êdî ji vir û şûnde projeyên xwe mezintir bikin û xebatên serkeftî bidin meşandin.”