"Vekirina komeleya pirzewaciyê tê weteya belavkirina fikrên DAIŞ'ê"

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Emnê Xidiro der barê vekirina Komeleya pirzewaciyê ya li bajarê Ezaza dagirkirî de nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Em vekirina vê komeleyê bi tundî şermezar dikin. Divê em hemû jinên cîhanê piştgiriya hev bikin ji ber ku tunekirina mafên jinek, tunekirina mafên hemû jinan e. Em bang li hemû rêxistin û saziyên mafên jinan dikin ku sînorekî ji van kiryaran re deynin."

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb- Ji demên borî ve heya niha zîhniyeta baviksalar hewl dide bi hemû rê û rêbazan jinan bişkîne. Îro jî li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta tirk ve gelek mafên jinan tên binpêkirin her wiha tevahî  mirovahî tên binpêkirin. Wekî qetilkirina jinan, revandin, desteserkirin, tecawiz, dizî, destdirêjî û her wekî din. Her wiha li ser van rezekiryarên qirêj û dijmirovî, niha li bajarê Ezazê ya dikeve bakurî bajarê Helebê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, komeleya pirzewaciyê hatiye vekirin. Piştî ragihandina vekirina vê komeleyê, gelek sazî û rêxistinên jinan helwestên xwe li dijî vê yekê dan diyarkirin û bi tundî şermezar kirin. Der barê vê mijarê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Emîne Xidro nêrîna xwe ji ajansa me re anî ziman.
"Tunekirina mafên jinek, tunekirina mafên hemû jinan e"
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Emîne Xidro di destpêka axaftina xwe de vekirina vê komeleyê şermezar kir û wiha got: "Di serî de em kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bi tundî şermezar û lenet dikin. Heya vê kêliyê dewleta tirk bi hemû awayan êrîşan li dijî jinan pêk tîne û hewl dide îradeya wan bişkîne. Dema me bihîst ku komeleya pirzewaciyê li Ezazê hatiye vekirin, me şoq derbas kir lewre me dît ku bêexlaqî gihîştiye kîjan astê. Divê em hemû jinên cîhanê piştgiriya hev bikin, ji ber ku tunekirina mafên jinek tunekirina mafên hemû jinan e. Vekirina vê komeleyê dê bandoreke pir neyînî li jinan bike. Çeteyan ev gav bi biryar ji dewleta Tirkiyeyê avêtine da ku jinan di civakê de biçewisînin û rola wan tune bikin. Ji destpêka ku dewleta Tirkiyeyê xaka me dagir kiriye ve, her gav hewl dide civakê ji hev qut bike, rola jinan tune bike û cudahiyê bixe nava her du zayendan."
"Bi vekirina vê komeleyê jin wekî amûrek kirîn û firotinê tên hesibandin"
Emîne diyar kir ku dewleta tirk dixwaze ji nû ve siyaseta Osmaniyan dubare bike û wiha axivî: “Di dema Osmaniyan de jin di asta herî nizim de bûn û çanda pirzewaciyê pir zêde bû, niha jî dewleta tirk eynî wisa dike û siyaseta Osmaniyan dubare dike. Çeteyên girêdayî dewleta tirk rûmeta jinan binpê dikin û jin weke amûrek kirîn û firotinê tên hesibandin. Em weke Kongra Star van kiryarên hovane ku li ser jinan tên meşandin şermezar dikin. Em ê li hemberî van kiryaran bisekinin û tu carî koletiyê qebûl nekin."
"Ez bang li hemû jinên wê deverê dikim ku bibin yek û li dijî vê yekê bisekinin"
Emîne bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Vekirina vê komeleyê tê wateya belavkirina fikrên  DAIŞ'ê. Ez bang li hemû jinên wê deverê dikim ku bibin yek û li dijî kiryarên bi vî rengî derbikevin û civaka xwe ji plansazên wiha biparêzin. Em daxwaz dikin ku ev komele were girtin. Weke Kongra Star em ê piştgiriya her kesê ku li dijî vê yekê derbikevin, bikin. Em bang li hemû saziyên mafên jinan ê cîhanê dikin ku bêdeng nemînin ji ber ku bêdengiya wan derfetê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê vedike loma divê bi helwestên dijwar pêşî li van kiryaran bigrin."