Vegera Şengalê ya Êzidiyan berberdewam dike

Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê diyarvkir ku di nava du rojan de 800 malbat vegeriyane Şengalê.

Navenda Nûçeyan- Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê Mihemed Arif der barê vegera malbatên Êzidî ji kampên Dihokê, ji medyaya Iraqê re axivî.

Mihemed Arif got ku di nava 48 saetên borî de zêdetirî 800 malbatên Êzidî yên niştecihên kampên Dihokê yên li Herêma Kurdistanê, ji ber aramiya canê xwe vegeriyane Şengalê.

Mihemed Arif destnîşan kir ku sedema vegera bi komî, bi daxuyaniyên hişk ên Qasim Şeşo ve girêdayî ye û wiha got: “Daxuyaniyên Qasim Şeşo bûn sedem ku metirsiyên li ser jiyana xwe bibînin û vegerin cih û warên xwe yên li Şengalê. Tîmên xizmetguzarî û ewlekariyê ji bo pêşwazîkirin û alîkariya malbatên vedigerin di amadekariyê de ne. Tê payîn ku ev hejmar di nava rojên li pêş de gelek zêdetir bibe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava du rojan de bi hezaran Êzidî ji kampên li Dihokê ku di bin serweriya PDK’ê de bûn, ji ber aramiya canê xwe vegeriyan Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê pêşwaziya malbatan dike û li gorî derfetên xwe alîkariyê bi wan re dike.