‘Vegera Şengalê hebûn û parastina me ye’

Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî xizmetên ku li Şengalê tê kirin û vegera Êzidiyên derveyî Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku ew wek Şaredariya Gel bi hemû derfetên xwe di xizmeta civaka xwe de ne.

Şengal – Ji aliyê Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo Êzidiyên ku ji kampên Başûr û Iraqê vegeriyane û xizmetên ku ji bo Êzidiyan tê kirin daxuyaniyeke hat dayîn.

Beriya daxuyaniyê hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Nayîf Şemo axivî û got ku ew li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê dengê xwe digihînin Êzidiyên li kampan e û ev tişt anî ziman: “Wek şaredarî em çend sal in di xizmeta gelê Şengalê de ne. Em dengê xwe digihînin gelê xwe yê ev çend sal in derveyî Şengalê penaber in, vegerin ser  cih û warên xwe. Em ê di her şert û mercî de wek Rêveberiya Xweser her di xizmeta gelê xwe de bin.

Piştî axaftinê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniya ku ji aliyê rêvebera Şaredariya Sîbayê Elmas Nayîf ve hat xwendin de hat gotin ku bi hezara malbatê êzidî ji kampan vegeriyane û ew jî wek şaredariya gel a Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe di xizmeta civaka xwe de ne.

Daxuyaniya Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye: “Di sala 3’yê Tebaxa 2014‘an de DAIŞ’ê fermaneke hovane û qirker bi serê me êzidiyan pêk anî. Bi hezaran Êzidî jin û zarok jî di nav de ya kuştin an jî revandin. Gund û bajarokê Şengalê werankirin, xerakirin. Bi mudaxaleya tevgera azadiyê em Êzidî ji qirkirinê rizgar bûn.

‘Xizmeta ji bo civakê bênavber didomin’

Piştî pêşiya qirkirinê ji aliyê tevgera azadiyê ve hat girtin, rêveberiya xweser sazî û dezgehên rêxistinkirina Şengalê avakirin. Yek ji van sazî û dezgehan jî avakirina Şaredariya Gel a Şengalê ye. Li çend gundan çend şaredarî ya rêveberiya xweser avakirin. Li aliyê pêkhateyên me yên ereban ve jî li gundê Medîban û Bîrcarê şaredarî hatiye avakirin. Ev tam deh sal in Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser bi sed trenpêl û sêsed endamên xwe xizmeta gelê xwe dike. Xizmetên ku têne meşandin ev in; belavkirina avê, bi 35 jeneretor hatine dayîn, komkirina zibalê, paqijkirina derdor, çêkirina rêyên tax û gunda, çêkirina hedîkan (park), çêkirina piran, çêkirina bîran, çandina daran û li gelek baxçeyan belavkirina daran û her wiha bi projeyan çi pêwîstiyê gel heye, şaredarî bênavber xizmeta civaka xwe didomîne.

‘Bi vegera Şengalê divê em hebûna xwe biparêzin’

Di vê wateyê de, em weke Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser li Şengalê deh sal in kar û xebatên xwe bi avakirina derfetên nû berfireh dikin. Em weke Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser bangawaziya me ev e; Şengal di ewle û aramiyê de ye. Ewlehî û aramiya me cih û warê me ye. Bila gelê me yên di kampên Başûr de ne, bizanibin ku vegera ser ax û warê xwe hem hebûna çand û baweriya êzdiyatiyê ye û hem jî vala derxistina fermanan e. Tê zanîn Şengal ji bo me êzidiya cih û warê qedîm û pîroz e. Vegera stargehê hebûn û parastina me ye. Ji ber hemû qûbên pîroz di Şengalê de hatine avakirin. Ji bo jiyanek azad bi çand û baweriya êzdiyatî pêşbikeve çi ji destê me tê em texsîr nakin. Di dîrokê de, dapîr û bapîrên me sedan salan li Şengalê hebûna me parastine, em ê jî bi vegera xaka xwe yê pîroz hebûna xwe biparêzin. Gotinek heye, dibêje 'her şax li ser koka xwe şîn tê'. Em jî encax weke êzidî li ser koka xwe Şengalê şîn bên.

Vegera her malbatekê cihê kêfxweşiyê ye û hêza me xurt dike. Ji bo hêza me êzidiya xurt nebe,  destûra vegerê nadin. Divê ev nêzîkatiya şaş bê dîtin û ji bo vegerê çi ji destê me bê em bikin. Ji bo îro êzidî venegerin cih û warê xwe siyaseteke taybet ji aliyê PDK’ê ve li ser me tê meşandin. Gelo çima berê me nadin cih û warê me, berê me didin Ewropa û derveyî Şengalê, bi taybetî yên ciwanên me. Ev siyaseta ku di fermanê de, pêkneanîn bi şandina koçberiyê dixwazin pêk bînin. Ev jî tê wateya qirkirin û tunebûna me êzidiyan. Bi taybetî di vê dema dawî de, ji bo aramiya Şengalê şaş biteyisînin weke pirsgirêk heye aloziyan derdixînin. Lê tiştekî wisa nîne. Armanc pêşiya vegera milet asteng bikin û bê bîryar bixînin.

Em bi hemû derfetên xwe di xizmeta we de ne

Herî dawî daxwaz û xwesteka me weke Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser ji gelê me yê li kampan  veger e, li xwe xwedî derkeve. Bi hezara malbatê ji kampan vegeryane, malê xwe çêdikin û ji jiyana xwe razîne. Em jî weke Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe di xizmeta we de ne.”

‘Em gelek kêfxweş in ku xelkê me vedigerin’

Ji aliyê din ve têkildarî mijarê endama Şaredariya Şengalê Merwa Şingalî ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman:“Îro em wek meclisa Şengalê ji bo xelkên me yên ku vegeriyane daxuyanî dan. Wek meclisa Şengalê û şaredariya Şengalê ji bo xelkê me yên vegeriyane çi ji destê me bê em ê bikin. Em gelek kêfxweş in piştî 10 saaln xelkê me vegeriya ser cih û warên xwe. Ez hêvî dikim û daxwaz dikim ku xelkê me yên derveyî Şengalê hemû vegerin ser warên xwe.