Vegera Êzidiyan a Şengalê didome

Vegera gelê Şengalê ya ji bo warên xwe didome. Duh 70’ê malbat îro jî wê 79 malbatên din vegerin Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî koçberan pêşwazî dike û ji bo bicihbûna wan dibe alîkar.

Navenda Nûçeyan- Duh ji kampên Mam Reşan û Êsiya yên Dihokê 70 malbatên Şengalî vegeriyan ser cih û warên xwe. Şengalî li gund û komelgehên Şengalê belav bûn û bi cih bûn.

Koçberên ji Şengalê doh êvarê gihîştin Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Tê payîn ku îro 79 malbatên din jî vedigerin Şengalê. Tê payin ku îro jî 79 malbatên Şengalî yên li kampa Mam Reşan vegerin cih û warên xwe. Li gorî biryara hikumeta Iraqê heta 30’ê Tîrmehê kampên li Başûrê Kurdistanê wê bêne girtin. Lewma vegera li Şengalê vê dema dawiyê zêde bûye.

Li gel astengiya PDK’ê jî Şengaliyên li kampan dema ku firsendê dibînin li warê xwe vedigerin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî koçberan pêşwazî dike û ji bo bicihbûna wan dibe alîkar.