‘Vê trajediyê bibînin û bikevin nav tevgerê'

Êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Dayika zarokek ku di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest da, Huda Tafesh bi gotina “Vê trajediyê bibînin û ji bo zarokên me bikevin nav tevgerê” bang kir.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Êrişên Îsraîlê yê 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir heya niha dewam dike. Li Zîvala Xezayê duh (21’ê Îlonê) Îsraîlê li taxa Zeytûn a li rojhilatê Zîvala Xezayê bêyî hişyarî bikin li dijî stargehek ji hewa ve êriş kirin. Gelek jê jin û zarok bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de ji 15 zêdetir zarok û 7 jin hatin qetilkirin  û tê texmînkirin ku hejmar zêde bibe.

Dayika zarokek ku li taxa Zeytûn jiyana xwe ji dest da û du keçên wê di êrişê de birîndar bû, Huda Tafesh behsa êrişê kir û bang li her kesî kir ku ji bo êrişan bikevin nav liv û tevgerê.

‘Bêhna barûtê xweliya spî û qîrîna mirovan...’

Huda Tafesh got: “Ez nêzî qatên ku hedef hatin girtin bûm û sê zarokên min li bexçeyê dibistanê dilîstin. Ji nişkave her der di nava xweliya spî ya qalind de ma û bêhna barûtê tevli hewayê bû. Di nava qîrîna mirovên li dibistanê de, kevir weke baranê bi ser me de bariyan.”

Huda Tafesh bang kir ku li dijî êrişan her kes bikeve nav liv û tevgerê.