Vê carê ne zingilên dêran, zingilê xeteriyê lê dide..!
SORGUL ŞÊXO
Bi qasî ku gelên kevnar ên pêşengî ji mirovahiyê re kirin e û neslê wan li her deverê wekî gul û şitlên rîhan û sosan belav bûye, bi qasî ku hebûn, xwebûn, dîrok û çanda xwe bi her awayî didomînin, rastî polîtîkayên nijadperestî, qirkirin û helandinê ji aliyê hêzên emperyalîst û desthilatdar ve tên. Gelê Kurd û Xirîstiyan ji kevintirîn netew ên li ser axa Mezopotamiya yê jiyan e, çandinî pêş xistine, hebûna xwe parastin e û di pergala jiyana hevbeş de rolekî mezin lîstine. Kurd û Xirîstiyan di parvekirina şîn û şahiyan de wekhev in, di parvekirina êş û komkujiyan de jî nêzî hev in û di heman wextê de jî di parastina nislê xwe de heman li hember dagirkerên axa wan, rolekî hevbeş dilîzin. Di vir de mirov dikare têkiliya her dû netewan ji dîrokê ve heya roja îro wiha pênase bike ku: Kurd û Xirîstiyan cêwiyê hev in.
Her çiqasî Osmaniyan di komkujiya Sêfo yê de hewl da ku Xirîstiyan bi çavekî dijminatî li kurdan binêrin û kînê hember wan bikşînin lê pêre neçû serî. Her kes dizane ku di komkujiya Sêfo yê ku di salên 1915-1917'an de ku li dijî ermen, aşûrî, kildanî û suryanên Bakurê Kurdistanê li herêma Hekarî ve rû da, împratoriya Osmaniyan çend êlên kurd ji bo pêkanîna vê komkujiyê bikar anîn, lê armanc ji vê komkujiyê ku beriya 100 salî zêdetir çêbûye, mebest jê ew e ku îro li ser vê axê Gelê Xirîstiyan bi Gelê Kurd re bi rengekî wekhev û hezkirî û bêyî pirsgirêk nejî ango heya mirinê dijminatiya hev dû bikin.
Niha jî dema ku Xirîstiyanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pergala hevserokatiyê û di projeya Netewa Demokratîk de bi rengekî wekhev, bi ziman û dîroka xwe rolê dilîz in û di çareserkirina pirsgirêkên civakê û ya Sûriyê tevahî de mekanîzmeya çareseriyê datînin, zora Erdogan diçe. Ji lewra dema ku îro gundên kurdan ji kurdan hatin vala kirin û dêrên xirîstiyaniyan hatin rûxandin, teqandin û hedefgirtin ji kîna Erdogan tê.
Niha li Serêkaniyê dêrên Suryan û Ermenan hatine hedegirtin û çeteyên tirkiyê ew veguhrandine cihê xwedîkirina pez, ev bi xwe heqareteke li hember ola xirîstiyanan heqareteke li hember bêrûmetiya cîhanê, heqareteke li hember kesên ku bi navê ola îslamê û xirîstiyanan bang dike ye. Çawa ku li Mêrdînê heqaret li bîr û baweriya xirîstiyanan kirin, li Serêkaniyê jî dikin. Li sernaserî çemê Xabûrê, ew gundên Aşûriyan ku her sibe, nîvroj û danê rozêrînê de zingil lê didan, niha bêdeng in taybet ew gundên li sernaserî xeta cebhê bi çeteyên tirkiyê re. Nêzî du salan in Zingilê Dêra Mart Şimonî ya Til Cûma yê, Dêra gundê Um El-Kêf a Aşûriyan û Til Kêfçî lê neda ne. Du sal in û merasîm li dêrê nehatiye lidar xistin, du sal in û cejn li van gundan çênebûye û du sal in şênî kêfxweş nebûne û kenekî ji dil nekirin e.
Li van gundan li şûna zingilê dêran zingilê xeteriyê dîsa lê dide, aşûriyên ku derketibûn dreveyî welat bi vegera wan re dîsa dagirkeran gundên wan topbaran kirin û rê nedan ku li ser axa xwe û li mal ên xwe bicih bibin. Wekî ku bêje min we di 2015'an de koç kir û ez ê nehêlim ku niha hun veger in. Tu ji kîjan dayikê, zarokî û mêrî û kesên temen mezin bipirsî wê bi çavên tijî rondik û dilekî şikestî û çavên bendewar bêjin: Em ê kengî veger in!. Meqseda wan a vê gotinê ew e ku wê kengî vegerin bûhişta xwe, kengî vegerin hembêza mala xwe, wê kengî vegerin axa xwe maç bikin û di bin siya mala xwe de bijîn. Gotina wan her ev e: Bila em veger in û em ê her tiştî ji nû ve ava bikin, em ê kevir bi kevir dîsa mala xwe çêkin, lê bila em li ser axa xwe bin. Ya ku ew behsa wê dikin, dibe ku ji hinekan re wekî parçeyek ax be, lê ji wan re parçeyekî mezin ji giyanê wan e, parçeyek ji dil û kezeba wan a şewitî û dagirkirî ye. Axa wan di nav pencên dagirkeran de ye, mirov çawa dixwaze ku ew sebir bikin.
Dagirkirina parçeyek ax, parçekirina kezebê û dil e, jin û ax wekî goşt û neynûkê ne, bi qasî ku ew nêzî hev in û bi hev hîs dikin, kesekî ku bikaribe vê têkiliyê hîs bike ango jiyan bike tune ye, ji ber ku nikar in wê fêm bikin heta. Dayikên ku nêzî gundên xwe yên dagirkirî ne, her roj li ser xaniyê malê rûdinên û li mala xwe dinêrin û bayê gund bi ser wê de tê. Li vir dayik ji ber êş a ku jiyan dike, her tiştî hundirê xwe de dihêle ku hundirê wê diperitîne, tenê rondikên wê dadikevin. Ew rodik balîfa wê jî şil dike û rê nade wê ku êvaran razê. Bîranînên wê yên gund her şev dibin mêvanên wê, ev bîranîn dihêle ku bêrîkirina gund hîn zêdetir bibe û berxwedaniya wê heya vegera gundê wê bi hêztir bibe. Bîranîn! Ew bîranînên ku kes pê nikare, li ber çavan tê û diçe carnan mirov pêre dikene û carnan jî pêre digrî.
Tevî ku Erdogan dîsa gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, bi qasî wê jî hêrsa gel hember wan zêde dibe û çavên ku bendewarê vegera gund in hîn xutir dibe. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zingilê xeteriyê şûna zingilên dêrê lê dide. Divê ku cîhan vê jenosayida ku Dewleta tirk a dagirker derheqê gelê resen yê vê axê di serî de derheqê gelê Kurd û Xirîstiyan de dike rawestîne. Divê ku heqaret û bêrûmetiya li dijî dêrên aşûrî û suryaniyan dibe rawestîn in û bihêlin ku dîsa zingilê dêrê bi rengekî azad û bilind lê bide.
Zingilên dêran li benda lêdanê ne, ku mizgîniya rizgarkirina van herêman ji dagirkeran ji gel û mirovahiyê re raghîn in.