‘Valahiya hiqûqî Sûriyeyê ber bi bêaramî û kaosê ve dibe’

Parêzer Beşîra Cemel Eldîn, destnîşan kir ku valahiya hiqûqî Sûriyeyê ber bi bê aramî û kaosê ve dibe. Beşîra got divê destûra bingehîn bi berfirehî were sererastkirin.

RÛBARÎN BEKÎR

Hesekê – Li Sûriyeyê di sala 2012’an de bi xirabkirina destûra bingehîn ku ji aliyê rejîma Esed ve hat amadekirin, valahiya hiqûqî ya derket holê, welat ber bi bêaramî û parçebûnê ve dibe. Dihat hêvîkirin ku destûra bingehîn a nû ji bo aramiyê were welat, lê belê dûrxistina komên olî û nijadî ya ji rêvebirinê, vê pêvajoyê kûrtir kiriye.   

Valahiya zagonî, di pergala siyaset û hiqûqî de mîna gefek herî mezin tê dîtin. Heta destûreke bingehîn a adilane û berfireh neyê amadekirin, dê mekanîzmaya rêveberiyê lawaz bibe, mafên hinek koman tune bê hesibandin. Pêşnûmeya nû ya destûra bingehîn, nîşan dide ku hebûna gelek çand û nijadan nehatiye dîtin û ev yek bi rêgezên hiqûqa navneteweyî re nayê ber hev. Hevseroka Yekitiya Parêzerên bajarê Hesekê Beşîra Cemal Eldîn bal kişand ser kaosa hiqûqî ya li welat û anî ziman ku polîtîkayên xelet ên hikûmeta demkî, Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve dibe. 

‘Destpêkên xelet encamên xelet bi xwe re tînin’

Beşîra Cemal Eldîn diyar kir ku di 8’ê Kanûnê de piştî hilweşandina rejîma Esad, bi hatina Colanî ya desthilatiyê re, welat ketiye serdemeke nû. Parêzer Beşîra wiha got: “Ger destpêk xelet be, wê encam jî xelet be. Valahiya hiqûqî ku niha Sûriye di nav de ye, encama polîtîkaya xelet e.”

Beşîra Cemal Eldîn têkildarî kongreya hikûmeta demkî ya bi navê ‘kongreya serkeftinê’ hat lidarxistin jî axivî û got ku komên leşkerî yên ku nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin, beşdarî kongreyê bûne. Beşîra wiha got: “Piraniya kesên di vê kongreyê de cih girtine, nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin. Piraniya van kesên bi çek in, destê wan di xwîna gelê Sûriyeyê de heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî, beşdarbûna komên leşkerî yên li civînên siyasî, deryasayî ye. Di nava yên ku beşdarî konferansê bûne de hebûna navê weke Ahmed Casim Ebu Amşe û Ebu Hatim Şekra ku li herêmên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne sûcên şer kiribûn hene. Ev kes, ji bo pêşeroja Sûriyeyê û ewlehiya wê gef in. Heta gelek jê ne Sûryeyî ne, di demên dawî de bi awayekî deryasayî hemwelatîbûna Sûriyeyê girtine.”

‘Divê destûra bingehîn îradeya hevpar a hemû aliyên siyasî û gelan esas bigre’

Beşîra Cemal Eldîn da zanîn ku hikûmeta demkî piştî ‘Kongreya Neteweyî’, ji bo pêşnûmeya destûra bingehîn were amadekirin komîteyek ava kiriye. Beşîra da zanîn ku venexwendina pêkhateyên Kurd, Suryanî, Asûrî û yên din ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nîşan dide ku destûra bingehîn a nû hemû gelên Sûriyeyê nagire nava xwe.

Beşîra ev pêvajo bi van gotinan rexne kir: “Di pêvajoyek krîtîk a amadekirina destûra bingehîn de, komîteyek ku tenê ji çend kesan pêk tê hat avakirin, ev komîte nûnertiya civaka sivîl, partiyên siyasî û mirovan nake. Divê destûra bingehîn îradeya hevpar a hemû beşên siyasî û hemû gelan esas bigre. Komîteya ku amadekariyên destûra bingehîn a nû dike ne xwedî agahiyên têrker ên hiqûqî ye, wê destûr ne li gorî standartên nevnateweyî bê amadekirin. Destûreke bingehîn, belgeya asta herî jor a hiqûqî ya dewletê ye. Diyar dike ku dê dewlet, pergala hikûmetê, zagon, rêveberî û daraz çawa bin. Lê belê destûra nû ya ku tê amadekirin tenê xizmetê ji berjewendiyên komek diyar re dike. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, mînaka modelek serkeftî ye û divê hikûmeta demkî vêya li ber çavan bigre. Ger hikûmet dema destûra bingehîn a nû ava bike modela demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê esas bigre, wê mafên hemû gelan bên parastin.”  

 Pêşeroja Sûriyeyê û kaosa hiqûqî

Beşîra destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê, di nava bêaramî, kaosa hiqûqî û nasnameyê de dijî û divê destûra nû xwe bispêre prensîban. Beşîra Cemal Eldîn wiha got: “Divê hemû komên olî û nijadî bibin xwedî mafên wekhev. Nasnameya neteweyî ku nûnertiya hemû kesan bike divê hebe. Divê serdestiya hiqûqê, temînata rêveberiya demokratîk hebe. Her wiha zelalî û rêgezên hesabdayînê di warê hiqûqî de jî girîng in.”

Beşîra Cemal Eldîn bibîr xist ku li gorî avabûna hikûmetê, pergalên cuda yên hiqûqî hene û got ku divê Sûriye niha bi modela hikûmetek ber bi demokratîkbûnê ve biçe bê rêvebirin. Beşîra wiha got: “Hikûmeta demkî ger destûra bingehîn bi awayekî ku hemû gelan bigre nava xwe amade neke, parçebûna Sûriyeyê wê mîsoger bibe. Bi taybetî li Suweydayê kaosa ku li herêmên Cermana û Kuneytra tê jiyîn, nîşan dide ku Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe.”

Rola jinan di pêvajoya destûra bingehîn de

Beşîra anî ziman ku divê jin di pêvajoya amadekirina destûra bingehîn de rol bigrin û  divê nûnertiya jinan herî kêm ji sedî 50 be. Başîra wiha berdewam kir: “Jin di şerê li Sûriyeyê de têdikoşin. Di qadên dîplomatîk, siyasî û leşkerî de bûn pêşeng, lê belê di pêvajoya destûra bingehîn de tune tên hesibandin. Ev nayê qebûlkirin. Divê mafên jinan di destûra nû de hebe û kota hebe. Di heman demê de fîgurên ku nûnertiya mafên jinan nakin divê nûnertiya tevegrên jinan nekin. Divê kesên ku bi rastî mafên jinan diparêzin divê nûnertiya me bikin. Em bi kesên ku mafên jinan nabînin re naxebitin.”

‘Sûriye bi xetera perçebûnê re rû bi rû ye’

Beşîra Cemal Eldîn da zanîn ku ger hikûmet mafên hemû komên olî û etnîkî yên Sûriyeyê nas neke wê welat di dawiyê de perçe bibe û got: “Ger hikûmeta demkî polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas neke, hemû mafan nas neke, wê Sûriye parçe bibe. Ji bo Sûriye bighê pêşerok bi aramî, divê destûra bingehîn a hemûgir û adilane were amadekirin.”