Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 31’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Riha – Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di 31’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li goristana gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê hate bibîranîn. 

Malbata Ocalan, şêniyên gund, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, endam û rêvberên rêxistina navçeyê û rêveberên Komeleya Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin re (KATDER) tev li bîranînê bûn. Kesên li ser gora Uveyş Ocalan hatin gel hev, piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn ser gorê. 

Di heman demê de şande çû serdana xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tê tedawîkirin.