UNRWA: Daneyên zarokên li Xezayê hatin qetilkirin matmayî ne

Komîserê Giştî yê UNRWA’yê Philippe Lazzarinî ragihand ku hejmara zarokên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Xezayê berdevam dikin de hatin qetilkirin di 4 salan de ji hejmara zarokên di şerên li cîhanê mirine de zêdetir e.

Navenda Nûçeyan - Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarinî li ser hesabê xwe yê X medyaya dîjîtal daneyên der barê zarokên ku di êrîşên Îsraîlê da jiyana xwe ji dest dan parve kir.

'Ev şer li dijî zarokan tê meşandin'

Philippe Lazzarinî diyar kir ku daneyên zarokên li Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve hatine qetilkirin, mirov matmayî dikin û diyar kir ku zarokên li Zivala Xezayê ji 7ê Cotmehê vir ve bûne hedefa êrîşên Îsraîlê, di 4 salên dawî de ji hejmara zarokên ku li cîhanê hatin qetilkirin zêdetir in. Philippe Lazzarinî got: "Ev şerê li dijî zarokan e. Şerê li ser pêşeroja zarokan e."

'Divê ji bo zarokan demildest agirbest bê kirin'

Philippe Lazzarinî grafîkek ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê hatiye amadekirin parve kir û tê de hejmara zarokên ku ji 7'ê Cotmehê ve heta 29'ê Sibatê li Xezayê hatine qetilkirin û hejmara zarokên ku 4 salên dawî di şerên cîhanê de hatine kuştin nîşan da. Di tabloyê de hat diyarkirin ku hejmara zarokên di şerên 4 salên dawî yên li cîhanê de hatine qetilkirin 12 hezar û 193 e, li Xezayê jî hejmara zarokên ku hatine qetilkirin ji 12 hezar û 300 derbas bûye. Philippe Lazzarinî banga agirbesteke lezgîn ji bo zarokên Xezayê kir kir.