UNICEF: Li Lubnanê her 24 seatan 11 zarok tên kuştin
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ji ber êrîşên Îsraîlê yên berdewam li ser Lubnanê hejmara zarokên kuştî û birîndar zêde dibin û piştrast kir ku rojane 11 zarok di nav operasyonên leşkerî de tên kuştin û birîndar kirin.
Navenda Nûçeyan – Ji ber şer û pevçûnên berdewam zarokên li Lubnanê bi bandorên cidî re rû bi rû ne. Êşên wan ji ber koçberî, windakirina xizmetên bingehîn û zêdebûna rêjeyên birîndarbûnê zêde dibin. Her wiha rêxistinên navneteweyî hişyariya xirabûna rewşa mirovî li deverên ku ji şer bandor bûne, didin.
‘Her 24 seatan 11 zarok tên kuştin’
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Îro rêjeyek metirsîdar a qurbaniyên zarokan li Lubnanê di nav êrîşên berdewam ên Îsraîlê de eşkere kir. Rêxistinê diyar kir ku, di hefteya borî de, bi rêjeyeke nîvî her 24 seatan li Lubnanê 11 zarok tên kuştin an birîndar kirin. Ango her 2 seatan zarokeke tên kuştin.
‘Pêlên koçberî û rêjeya kuştinê berfirehtir bûye’
Artêşa Îsraîlê di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser axa Lubnanê berfirehtir kiriye. Di encama êrîşên ku ji destpêka şerê di 2’ê Adarê de bi hezara kes hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha ji ber fermana artêşa Îsraîlê ya valakirina bajarên bi niştecihan dagirtî bi sed hezaran niştecih ji cihûwarê bûne.
Piştî 2 rojan ji şerê di navbera Îsraîl-DYE’yê li dijî Îranê û piştî kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, Hizbullan êrîşî Îsraîlê kir, Lubnan ket nav şer.
Tevê agirbestê şer didome
Îro, careke din balafirên şer yên Îsraîlê êrîşên xwe nû kirin, bi taybetî li herêmên başûrê welêt, ku li gorî deverên din êrîşên berdewam lê tên kirin û gelek dever kirin hedefa êrîşên xwe.
Di 17’ê Nîsana borî de agirbestek pêk hat û dûre hate dirêjkirin, lê êrîşên Îsraîlê berdewam û dijwartir dibin û rojane dibin sedema wêrankirinê.