UNICEF: Di pevçûnên Sûdanê de zarok hedefên sereke ne

Ji ber şer û pevçûnên li Sûdanê zarok bi berdewamî dibin armanc. UNICEF’ê ragihand ku tenê di nava çend mehan de bi sedan zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne û bang li aliyan kir ku parastina zarokan, bikin erkê xwe yê bingehîn.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna tundiyê, koçberî û kêmbûna xizmetên bingehîn ên ji ber pevçûnên giran ên li Sûdanê, bandorake neyînî li ser jiyana zarokan dike. Her wiha zêdebûna rîskên tenduristî, perwerdehî û civakî pêşeroja wan tehdît dike.

48 zarok hatin kuştin û birîndarkirin

UNICEF’ê duh ragihand ku ji dema giranbûna pevçûnên li derdora bajarê El-Obeyîdê yên di dawiya meha Gulanê de, herî kêm 23 zarok li Bakurê Kordofanê hatine kuştin û 25 zarok jî birîndar bûne.

Rapor nîşan didin ku di bûyera herî dawî ya çend roj berê de li herêma Berberê ya li başûrê El-Obeyîdê, herî kêm 4 zarokên di navbera 8 û 16 salî de hatine kuştin. Bi vî awayî, hejmara giştî ya zarokên ku di meha Tîrmehê de hatine kuştin û birîndar bûne, gihîştiye herî kêm 8’an.

Nûnerê UNICEF’ê yê li Sûdanê ragihand ku di nava şer û pevçûnan de, zarok û malbatên wan di nav xetereyeke mezin de ne û 4 zarokên din jî can dane. Li pişt her mirinê. zarokek heye ku jiyana wî/wê kurt dibe û malbatek heye ku pêşeroja wê her û her diguhere. Zarok bedêla vê pevçûnê didin û divê ewlehî, mafên wan û xizmetên ku ew pê ve girêdayî ne, bên parastin.

Rêxistinê her wiha bal kişand ser daneyên şeş mehên destpêkê yên vê salê ku tê de herî kêm 330 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Rêxistinê da xuyakirin ku tundiya berdewam, koçberiya dubare û wêrankirina binesaziya sivîl jiyan, ewlehî û pêşeroja zarokan dike xetereyê. UNICEF’ê bang li hemû aliyan kir ku sivîlan, bi taybetî zarokan, biparêzin û erkên xwe yên di bin qanûna mirovî ya navneteweyî de bicih bînin.