UNICEF: Di pevçûnan de herî kêm 32 hezar zarok hatin revandin

Di daxuyaniya UNICEF'ê de hat ragihandin ku ji sala 2005'an û vir ve zêdeyî 120 hezar zarok di pevçûnan de hatine kuştin û birîndarkirin, 32 hezar zarok jî hatine revandin.

Navenda Nûçeyan - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) beriya 'Konferansa navneteweyî ya parastina zarokan di şeran de' ku îro li Osloyê dê bê lidarxistin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji sala 2005’an û vir ve zêdetirî 120 hezar zarok di şerên çekdarî de li seranserê cîhanê seqet bûne yan jî hatine kuştin.

32 hezar zarok dîl hatin girtin

Li gorî nûçeya DW Tirkî UNICEF’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji sala 2005’an û vir ve herî kêm 105 hezar zarok ji aliyê hêzên çekdar an komên çekdar ve bûne leşker an jî di şer de rasterast hatine erkdarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herî kêm 32 hezar zarok hatine revandin, zêdeyî 16 hezar zarok jî rastî şîdeta zayendî hatine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 16 hezar car êrîş li dijî dibistan û nexweşxaneyên ku zarok lê hebûne, hatine kirin.

'Dibe ku hejmara rast gelek zêdetir be'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên ji zêdetirî 30 pevçûnên li Afrîka, Asya û Amerîkaya Latîn hatine bidestxistin, bûyerên îstîsmar û şîdeta li dijî zarokan dikarin bên tesbîtkirin û ji ber êrîşên ku nehatine ragihandin dibe ku hejmara rastî gelek zêdetir be. Di daxuyaniyê de her wiha agahî hat dayîn ku bi milyonan zarok ji cih û warên xwe bûne, heval û xizmên xwe winda kirine, yan jî ji dê û bav û xizmên xwe hatine veqetandin.

'Her şer li dijî zarokan e'

Rêvebera UNICEF'ê Catherine Russell diyar kir ku ji bo di şeran de zarok baştir bên parastin divê li ser asta cîhanê xebateke xurtir bê kirin û got: "Her şer di dawiyê de şerê li dijî zarokan e."