UNICEF av li ser wargehên Şehbayê qut kir

UNICEF’ê av li ser wargehên li Herêma Şehbayê qut kir. Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd diyarkir ku birîna avê sûc e.

Navenda Nûçeyan- Piştî dagirkirina Efrînê, Fona Alîkariyê ya ji Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) av li seranserî herêma Şehbayê û kampan belav dikir. Lê di sala 2020’an de belavkirina avê li ser gundên navçeyan pir kêm kir û sala 2021’an jî li seranserê herêmê qut kir. Di 15’ê Sibata 2024’an de jî av bi temamî li ser kampan hate qutkirin.

Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

 ‘Birîna avê sûcê mirovahiyê ye’

Cemal Reşîd diyar kir ku birîna avê ya ji aliyê UNICEF’ê ve sûc e û wiha got: “Xwarin û vexwarin pêdiviyên herî sereke ne. Lê ya bingehîn av e. Lê ji ber rewşa herêmê ku binesaziya wê di şer de hatiye rûxandin, li vir şebekeyên avê tune ne, ji ber vê jî bi riya sahrîcan em avê dabîn dikin. Zehmetiyên ji ber avê ne tenê di hundirê kampan de hene, li tevahî Şehbayê hene. Em li gor derfetên xwe piştgiriyê didin gel, lê sahrîcên di destê me de û bîrên li herêmê kêm in. 5 kamp li gel me hene, dema ku UNICEF'ê av li kampan belav dikir, me dikarî piştgiriya gel hêsantir bikira. Lê bi qutkirina avê zehmetiyeke mezin derket pêşiya Rêveberiya Xweser û şaredariyê. Gel û rêveberî hev temam dikin. Ji ber vê jî em soz didin ku heya ku derfetên di destê me de hebin, em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Em ê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin.”