UNESCO: Li Efganistanê 2,5 milyon zarok ji perwerdeyê bêpar in

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) diyar kir ku ji roja Talîbanê rêveberiya Efganistanê desteser kiriye 2,5 milyon zarok ji perwerdê bêpar mane.

Navenda Nûçeyan- Îro sêyemîn salvegera dagirkirina Efganistanê ji aliyê Talîbanê ye û 3 sal in Talîbanê bi awayekî keyfî pêkanînên sînordar li ser jinên Afganî ferz dike û ji mafên herî bingehîn ên weke perwerdeyê ji destê wan digre.

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di daxuyaniya îro dayî de diyar kir ku ji roja Talîbanê rêveberiya welat desteser kir heya niha 1, 4 milyon zarokên keç ji perwerdeya navîn bêpar hatine hiştin û ev pêkanîn dê pêşeroja nifşên nû têxe xeteriyê. UNESCO di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: “Talîbanê 3’emîn salvegera desthilatdariya xwe pîroz dike, lê ji 1, 1 milyon kêmtir zarok di dibistanan de hatine qeyt kirin ev jî dide nîşandan ku zarokên keç nikarin xwe bigihînin perwerdeyê.”

UNESCO  dest nîşan kir ku ew bifikarin ku neçûndina zarokên keç dibistanê dê rê li ber hejmara zêdebûna karkeriya zarokan û di temen biçûk de zewicandin re veke û got: “Tenê di sê salan de, rayedarên Talîbanê sîstema perwerdeyê ku 20 salan bi rêkûpêk berdevam dikir tune kirin û ev yek pêşeroja tevahî nifşek dixe xetereyê.” Rêxistinê diyar kir ku nêzî 2,5 milyon zarok bi giştî ji mafê xwe yê xwendinê bêpar in, ku ji sedî 80’ê ji wan zarokên keç ên Afganî ne.