UNESCO li Afganistanê daxwza vekirina dibistanên keçan dike

UNESCO daxwaza xwendina zarokên keçên Afganistanê kir û get:" pêşeroja Afganistanê bi perwerdehiya keç û xortan ve girêdayî ye.”

Navenda Nûçeyan – Komîteya Mîrasa Cîhanî ya Çand û Perwerde ya Neteweyên Yekbûyî, UNESCO bi daxuyaniyekê bang li Tevgera Talîban a ku ji 15'ê Tebaxê de Afganistan qontirol dike kir da ku dibistanên keçan jî vekin wekî yên xortan û got: "Pêşeroja Afganistanê bi perwerdehiya keç û xortan ve girêdayî ye. Ev bi qasî girîngiya hewcedariya destûrdayîna hemû mamosteyan e ku vegerin dibistanê da ku ders bidin bi vê ve girêdayî da ku hewayekî ewledar û bi giştî biafirînin."