UN Women NY: Li Xezayê 9 hezar jin hatin qetilkirin

Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin û diyar kir ku di eynê wextê de ev şer şerê li dijî jinê ye.

Navenda Nûçeyan - Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya derbarê êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Xezayê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heta niha nêzî 9 hezar jin hatine qetilkirin û hat diyarkirin ku di bin xirbeyan de gelek jin hene, lewma dibe ku ev hejmar zêdetir be.

'Ger wisa biçe wê rojê 63 jin bên qetilkirin'

Di raporê de hat destnîşankirin ku ger şerê li Xezayê bi vî rengî bidome, rojane dê bi giştî 63 jin bên qetilkirin û hat destnîşankirin ku şerê li Xezayê di heman demê de şerê li dijî jinan e. Di raporê de hat destnîşankirin ku êrîşên Îsraîlê bûne sedema qetilkirin û birîndarkirina jinan ku heya aniha ne hatiye dîtina nû wiha hat gotin: "Heta ku tavilê agirbestek îmirovî pêk neyê, wê di roj û hefteyên pêş de gelek kesên din bimirin. Divê qetilkirin, topbarankirin û wêrankirina binesaziyên bingehîn ên li Xezayê raweste. Divê demildest alîkariya însanî bigihêje Xezzeyê."

'Ji her 5 jinan 4 ji wan bi têra xwe nikarin xwarinê bi dest bixin'

Di raporê de bal hat kişandin ser metirsiya birçîbûnê ya ji ber astengkirina alîkariyên mirovî û hat diyar kirin ku li Xezayê ji her 5 jinan 4 ji wan bi têra xwe xwarinê nabînin. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê de her roj 37 dayik tên qetilkirin û ev rewş bandoreke neyînî li zarokan dike.