Umîtcan Ûygûn ji kuştina Esra Hankûlû berpirs hat girtin

Gumanbarê sereke yê ji mirina Aleyna Çakir berpirs Umîtcan Ûygûn vê carê jî têkildarî mirina biguman a Esra Hankûlû hat binçavkirin.

 
Navenda Nûçeyan – Gumanbarê ji ber mirina Aleyna Çakir a weke Sema Esen a 21 salî ku di 3’yê hezîrana 2020’an de li navçeya Keçîoren a Enqereyê li mala xwe mirî hatibû dîtin Umîtcan Ûygûn ê hatibû girtin û paşê hatî berdan têkildarî mirina Esra Hankûlû ya 25 salî jî hat binçavkirin. Polîsên ku li ser îxbarê çûn mala li taxa Akdere ya navçeya Mamakê, bi cenazeyê Esrayê re rûbirû man. 
Hat hînbûn ku di îfadeyên şahidan de Umîtcan Ûygûn herî dawî bi Esrayê re hatiye gelhev. Derket holê ku telefona Esra jî li cem wê nehatiye dîtin. Cenazeyê Esra ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. Hat diyarkirin ku kirariyên îfadeyan ên Umîtcan Ûygûn ên li miduriyeta polîsan didomin.
Umîtcan Ûygûn ê di lêpirsîna têkildarî mirina Aleyna Çakir de hatibû binçavkirin, berdan. Pişt re Umîtcan ji bikaranîna tiryakê di 10’ê çileyê de hatibû girtin û liser îtîraza parêzerê wî di 17’ê tîrmehê de hatibû berdan. Umîtcan Ûygûn, weke gûmanbarê sereke yê mirina Aleyna Çakir tê darizandin.