Tura dûyemîn a hilbijartinên DEM Partiyê bi dawî bû
Li gelek bajaran karûbarên dengdayînê ya DEM Partiyê yên ji bo pêşhilbijartinê bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Hilbijartinên gel ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên xwecihî yê 31’ê Adarê ji bo diyarkirina endamên meclîs û namzetên hevserok ên şaredariyên bajarên mezin û navçeyan pêk anî bi dawî bû. Îro li hin bajaran jî tûra duyemîn a hilbijartinê pêk hat.
Hilbijartina ku siharê destpê kir êvarê di seat 17.00’an de bi dawî bû. Tê payîn ku dê karûbarên hejmartina dengan heyanî derengê şevê bidome.