"Tûnis di warê serkeftina jinan de yek ji welatên bi nav û deng e"

Wezîra Malbat, jin, zarok û kesên temenê wan mezin Amal Mûsa destnîşan kir ku Tûnis yek ji welatên herî navdar e di warê serkeftina di warê pirsgirêka jinan de.

Tûnis- Bi boneya pîrozkirina 21 saliya qebûlkirina biryara 1325 a Meclisa ewlehiya di bin dirûşma "Biryara 1325 a Meclisa Ewlehiyê ji bo zêdetir bihêzkirina rêveberên jinan li ser asta neteweyî û herêmî" her wiha wezîra malbat, jin, zarok, kesên temenê wan mezin got ku biryara 1325 armanc dike ku jinan ji rewşa xirab a di ancamên şeran de girtine veguherîne aktoreke sereke ya pêkanîna aştî û ewlehiyê li cîhanê.
Her wiha Amal Mûsa teqez kir ku biryara 1325 a der barê jin, aramî û aştiyê de ku di sala 2000'an de hat derxistin, pir girîng e ji ber ku biryareke qanûnî ye ji bo parastina jinan di şerên çekdar de û ev wekî îtîrafek qanûnî ye ku dibêje jin di şeran de ziyanê dibînin.
Di heman demê de Amal Mûsa der barê vê biryarê de wiha got: "Ev biryar dikare bibe biryarek ku armaca wê ew e rewşa jinan di demên şeran de biguherîne aktorek sereke di pêkanîna aştî û ewlehiyê de li cîhanê ev jî bi riya bihêzkirina jinan di warê civakî, qanûnî û aborî de." 
“Ji bo bicihanîna biryara NE’yê pêdivî bi rêgezeke reforma civakî heye”
Amal Mûsa destnîşan kir ku ji bo bicihanîna biryara Neteweyên yekbûyî pêwîstî bi rêgezeke reforma civakî ya berfireh heye, ji ber ku ev yek, nêrîneke stratejîk e da ku jin jî weke mêran karibin di hemû karan de kar bikin û bigihîjin asta statuya pêşeng û diyarkerên aramî û aştiyê di cîhanê de. Her wiha wê teqez kir ku ev yek wê di kûrahiya nêzikatiyên Tûnisê yên li ser esasê bilindikirina rola jinan di hemû qadên çalakiyên civakî de bandorê bike. Di vê çarçoveyê de, Amal Mûsa plana neteweyî ya Komara Tûnisê ji bo cîbicîkirina biryara Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku armanca wê bihêzkirina jin, keç û zêdekirina beşdariya wan di avakirina aştiyek mayînde û aramiyê de ye. Her wiha bidawîkirina hemû cureyên newekheviya zayendî û civakî.
Her wiha Wezîr bal kişand ser riya ku Wezareta Malbat, Jin, Zarok û kesên temenê wan mezin ji destpêkê ve meşandine. Ji ber ku wezaret di cîbicîkirina biryarnameya navborî de destpêker û koordînator e û ji sala 2012'an û vir ve beşdarî nedweya ku ji aliyê Komkara Dewletên Erebî ve ji bo destpêkirina planên pratîkî yên ku şert û mercên nakokî, şoreş û qeyranan li ber çavan digrin, hat vekirin. Ev yek jî bû sedem ku tîmek ji pisporan pêk were ji bo lêkolînkirina valahiyên zagonî yên ku rê li ber cîbicîkirina biryara 1325 li welatên herêmê digre.