‘Tundî li ser jinan bandorekê giran dihêle’

Berpirsa Navenda Guhdarkirina Jinên Mexdûrên Tundiyê yên li Tûnisê Haîfa Zagûanî da xuyakirin ku tundî bandoreke giran a derûnî û civakî li jinan dike û diyar kir ku ew ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de balê bikşînin ser "şideta aboriyê".

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Li ser bingeha şîdeta zayendî ya ku gelek jin li ser medyaya dîjîtal li Tûnisê rastî tundiyê hatin, di sala 2020’an de di nav Komeleya Dengê Jinan de Navenda Guhdarkirina Jinên Mexdûrên Tundiyê hate damezrandin. Jinên mexdûrên tundiyê dikarin bi rêya telefonê xwe bigihînin navendê. Der barê xebatên navendê û çalakiyên 25’ê Mijdarê de, berpirsyara Navenda Guhdarkirina Jinên Mexdûrên Tundiyê Heyfa Zaghuanî ji ajansa me re axivî.

Li gorî pirsgirêkên jinan piştgirî tê dayîn

Heyfa Zaghuani ku bi dayîna reqama 54542500 ya telefona navendê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em guh didin jinên ku bi navendê re têkilî daynin, bersiva pirsên wan didin û li gorî hewcedariyên wan alîkariyê dikin. Em rênîşandan, derûnî, şêwirmendî û piştgiriya qanûnî didin jinan.” Haifa Zaghuani da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên rastî Tundiyê tên, sewqî parêzer, saziyên sivîl û saziyên fermî hatin kirin.

'Divê hişmendiya civakî bê zêdekirin'

Haifa Zaghuani destnîşan kir ku li Tûnisê ji bo kêmkirina şîdeta li ser jinan divê hişmendiya civakî bê zêdekirin û got, “Divê medya jî di kêmkirina tundiyê de rola xwe baş bilîze. Ji bo pêşîgirtin û kêmkirina tundiyê di navbera rêxistinên sivîl û saziyên dewletê de xebatên koordînasyonê hene."

'Tundî tê asayîkirin'

Haîfa Zagûanî diyar kir ku sedema yekem a rêjeya tundiya li ser jinê ew e ku civak bi pergala serdest a mêr tê birêvebirin û got, “Ya din jî zelalkirina tundiyê ya bi vê sîstemê re ye. Ji ber ku civak dema jin rastî tundiyê tê, dixwaze ew jin tundiyê qebûl bike. Ev çanda tundiyê xurt dike. Tundî ji nû ve tê hilberandin û tundî tê meşrûkirin û nifş bi nifş tê veguhestin."

'Tundûtûjî bandorên giran li pey xwe dihêle'

Heyfa Zaghuani bal kişand ser wê yekê ku tundî bandoreke giran a derûnî û civakî li ser jinan dihêle û wiha got: “Jinên ku ji ber tundiyê dikevin depresyonê, baweriya xwe bi xwe winda dikin. Jin nebûna serxwebûna aborî, jiyanek bi mêran ve girêdayî ye. Li aliyê din zarokên ku di nava malbatê de dibin şahidê tundiyê, dema ku mezin bibin dikarin bîranînên tundiyê di jiyana xwe de jî bidomînin.”

'Em ê îsal li ser tundiya aborî bisekinin'

Heyfa Zaghuani anî ziman ku Komeleya Dengê Jin ji bo 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê gelek çalakiyên curbecur organîze dike û got, "Em weke komele û rêxistin di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi tevahî li ser mijara tundiyê disekinin û li dijî her cure tundiyê çalakiyan organîze dikin. Komeleya Dengê Jinê salên borî bal kişandibû ser hemû cureyên tundiyê. Em ê îsal bi piranî bi rêya çapemeniyê kampanyayên hişyariyê bimeşînin. Em ê li ser tundiya aborî bisekinin. Em ê li ser tundiya aborî pêşandanên fîlman organîze bikin."