Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan parve kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan parve kir û got: “Birêz Ocalan bi zelalî got ku kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in.”

Enqere – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma jinan a partiya xwe de axivî û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan parve kir.

Tulay Hatîmogullari wiha got: “Erê gelê birêz ê Tirkiyeyê û jinên bi rêz. Di 27’ê Sibatê de me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek dîrokî ya bi wate pêk anî. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan careke din baweriya xwe ya mezin a bi têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana birûmet a jinan anî ziman.”

 ‘Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê jin in’

Tulay Hatîmogullari peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan bi van gotinan  parve kir: “Birêz Ocalan bi zelalî wiha got; ‘Şîfreya bingehîn a serdema nû têkoşîna demokratîkbûnê ye. Kirdeya şoreşger a têkoşîna demokratîkbûnê, jin in. Şertê ewil ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê ew e ku bi nêrîneke azadîxwaz nêzî meseleya jinan bibe. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê bi jinan re tacîdar bikin ku di dîrokê de herî zêde ew rastî bindestiyê hatine.’ Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser hêvî û biryardariya têkoşîna azadiyê ya jinan afirandiye û ji dil û can silavên xwe ji hemû jinan re şand. Di 27’ê Sibata 2025’an de hemû dinyayê şahidiya kêliyeke dîrokî kir. Birêz Abdullah Ocalan bi banga xwe ya aştî û demokratîk re li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyên aştî û demokrasiyê heta dawiyê vekir. Ev bang bû zemîna herî xurt a aştî û çareseriya sedsalê. Em nêzî serdema ku ne tirs, fikar û sendrom daxwazên demkrasî, wekhevî, edalet û azadiyê jiyana me diyar dikin dibin. Di vê serdemê de kesek nikare xwe di ser kesek re bibîne. Dem dema jiyana wekhev û adilane ye.”