Tulay Hatîmogûllari: Em ê şaredariya civakî bikin

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari, şaredariya Rihayê ziyaret kir û got: "Tevî zehmetiyan em ê gazinan nekin. Şika me nîne ku em ê şaredariya civakî bikin.”

Riha-Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li navçeyên Curnê Reş, Wêranşar, û Serêkaniyê yên Rihayê serdanên cejnê li dar xistin. Hatîmogullari û şandeya pê re ewil serdana Curnê Reş kirin. Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş bi endamên meclisa şaredariyê re şandeyê pêşwazî kirin. Hevşaredar Paydaş di serdanê de destnîşan kir ku hêj jî welatî ji bo pîrozbahiyan tên şaredariyê û wiha got: “Welatiyekî hate cem min û ji min re, ‘Ez 30 salî me, yekem carê dikevim nav avahiyê şaredariyê’ got.”

'Hîlvan ji bo me bû serkeftineke mezin'

Tulay Hatîmogûlları di serdanê de wiha axivî: “Hîlwanê ji bo me serkeftinekî mezin bû. 45 sal berê li vê derê 3 endamên meclisa şaredariyê yên jin hebûn. Em dibinin ku 45 sal berî niha tovên hevserokatiyê li Hîlwanê hatine avêtin. Hilbijartin li 7 navendan hate nûkirin lê belê çavê her kesekî li ser Hîlwanê bû. Bi dubarebûna hilbijartinê careke din wijdan û adaleta gel hate piştrastkirin.”

Tulay Hatîmogûllari piştre serdana Şaredariya Wêranşarê kir. Hatîmogûllari li vê derê bi Hevşaredar Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan û endamên meclisa şaredariyê re cejna hev pîroz kirin û ev tişt gotin: “Em partiyekî ku guhertin û veguherandina civakê wek armanc datînin li pêşiya xwe ne. Hewce ye em di vê pêvajoyê de bêhtir di nava gel de bin. Bila gumanên tu kesê nebin ku em ê şaredarvaniyekî civakî û gelparêz bi pêş bixin.” 

Şande herî dawî serdana Şaredariya Serêkaniyê kir. Heşaredar Ugûr Kahraman û Rahşan Yazar Tulay Hatîmogûllari pêşwazî kirin. Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya li vê derê de jî wiha got: “Em ê tevî hemû bêderfetiyan jî gilî û gazinan nekin. Em neçar ku çavkaniyên xwe bi xwe hilberînin û xizmetê bi pêş bixin. Dixwaze bila şaredariya me be dixwazî ne ya me be, em ê li her derê li dijî polîtîkayên qeyûm bibin bersiv. Her kesek vê yekê dizane ku qeyûm ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye. Em bertekên gel li gorî bertekên berê baştir dibinin.”