Tulay Hatîmogullari: Em ê li dijî zihniyeta tarî bi hev re têbikoşin

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari, bi boneya 25'ê Mijdarê di civîna komê de bal kişand ser rewşa jinan û got: “Em ê şaredariyên xwe ji nû ve ava bikin û tiştên ku wan hewl dan hilweşînin ji nû ve ava bikin.”

Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), bi minasebeta 25'ê Mijdarê civîna xwe ya komê ji bo jinan veqetand. Endamên Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari axivî û bal kişand ser mijarên di rojê de heyî. 

Axaftina Tulay Hatîmogullari wiha ye: 

"Xişkên Mîrabal û rêhevalên wê li dijî dîktotoriya Komara Damînîk têkoşînek da û bandorê li welat hemû kir. Em hemû baş dizanin ku emrê perperoka kurt e lê bi rengîn e. Dema perperok difirin gelek zindiyan dixin nava tevgerê. Dîktadoriya faşîst tehemûlê wan perperakan nekir û bi îşkenceyên wan qetilkirin. 

Carek din em 25'ê Mijdarê di nava şîdeta mêr û tehekumê de pêşwazî dikin. Îktîdara 21 salan a AKP'ê dixwaze di sedsala 21'an de jinan hepsê malê bike. Tenê di nava 2 salên dawiyê de hezar 79 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Her roj jinek tê qetilkirin. Ev jin tesadufî jiyana xwe ji dest nadin. Jin ji ber hişmendiya serdestiya mêr tên qetilkirin. Ji ber siyaseta dijminatiyê ya îktîdarê tên qetilkirin. Ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê tên qetilkirin. Jin dibêjin 'Ewlehiya jiyana min nîne, mêr, hevjîn, bav, bira û hezkiriyên min min tehdît dikin'. Lê belê dewlet jî parastina wan jinan nake. Ji ber ku dewlet naparêze jin tên qetilkirin. Kujer piştî 3 û 5 sal şundê ji girtîgehê derdikevin û carekdin jinan qetilkirin. Ji bo mafê xwe me her tim têkoşîn da û em ê bidin jî. Em carek din diqêrîn 'Jin jiyan azadî', 'Mara haye hirriye' em ê li kolanan biqêrin. 

Em ê Wezareta Jinan ava bikin

Li meclîsê civînên budçeyê didomin. Li vî welatî her ku diçe jin xizantir dibin. Ji sedî 99 sermayê ji hêla mêran ve tê birêvebirin. Jin di karê herî xirab de, bi heqdesteke kêm û bê ewlehî dixebitin. Di dema pandemiyê de bêtir kar û barê jinan giran bû. Di dema erdhejê de di kon û konteyniran de bêtir barê jinan giran bû. Li vir dîsa avakirina jiyanê jinan re ma. Rastiya jiyanê ew e û niha di meclîsê de budçe tê nirxandin. Di vê budçeyê de navê jinan, astengdaran nîne. Gelo di budçeyê de çi heye? Di budçeyê de sermaye, piştevaniya alîgiran, gendelî heye. Lê divê bê zanîn em ê Wezareta Jinan ava bikin û budçeya Wezareta Jinan jî cuda binirxînin. 

‘Em ê li dijî zihniyeta tarî bi hev re têbikoşin’

Îktîdar pir xirabî kir û Peymana Stenbolê carekî de betal kirin. Niha jî çavberdane qanûna 6282'an û nafeqê ye. Hewl didin ku jinan hepsê malê bikin. Em ê li dijî zîhniyeta tarî û kesên ku xwedî li vî zihniyetî ne bi hev re têbikoşin.  

Ez bang li jinên ku qet deng nedane HEDEP’ê. Her kes di cil û bergan de azad e û kesek bila vî tiştî neke amûra siyasetê. Şekl û şemala jiyanê û cil û bergan AKP û HUDA-PAR nikare hilbijêre. Em ê bi têkoşîneke hevpar li dijî vê yekê derkevin. Ji bo azadiya jinan divê em bi civin û têkoşîna xwe mezin bikin, dest bidin destê hevdû li dijî îktîdarê. 

Me bi dehan caran li ser vê kursiyê anî ziman. Divê jin bêtir biaxifin. Di siyasetê de rola xwe bilîzin. Îktîdar îro çavberdaye Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Tirk, siyasetmedarên jin ên HEDEP’ê, Pergala Hevserokatiyê û temsiliyeta wek hev. Mêr dibêjin em ê siyasetê bikin û û hewldidin ku mudaxaleyê me bikin. Hewcedariya me pergaleke demokratîk heye.  

‘Wezîfeya jinan qêrina azadiyê ya bi hev re û têkoşîn dayîn e’

Em li ser erdnegariyeke wisa dijîn ku her tim şerek heye. Têkoşîna Azadiya Kurd 40 sal in didome. Kurd dema behsa çareseriyê dike, îktîdar jî dibêje şer, pevçûn, tecrîd û asîmîlasyon. Niha Îsraîl heman tiştî li hemberî Gelê Fîlîstînê dike. Şer têkbirine, êş e, xwîn e û barandina rondikan e. Vê tiştî herî zêde jin baş dizanin. Bedela herî mezin jin didin. Li Enqerê zarokeke êzidî hat firotin û em bûn şahîd. Jinên ku ji neçariyê koçber dibin rewşa wan li holê ye. Jinên ku dikevin destê DAIŞ'ê û di sedsala 21'an de li bazaran tên firotin. Ji bo fîdyeyê jin tên bikaranîn. Bi kargoyan cenazeyên zarokên kurdan tên şandin û goristan tên texripkirin. 

Îro salvegera qetilkirina Ugur Kaymez e û gora wî hat texrîpkirin. Ligel her tiştî dayikên kurd dibêjin êşa me mezin e û ji bo Gelê Kurd bedel tên dayîn. Ji bo aştiyeke bi rûmet dê têkoşîna me bidome. Ligel êşa ku jiyane dayikên kurd hêj jî dibêjin aştî. Ji bo Gelê Kurd, Ereb, Çerkes û Tirk wezîfeya jinan qêrina azadiyê ya bi hev re û têkoşîn dayîn e. Em tu carî paşve gav navêjin. 

‘Em ê  zîhniyeta qeyûm ji holê rakin’

Em ji qeyûman re dibêjin,  li nelirêtiyên ku hûn dikin binêrin û li bê hurmetiya xwe binêrin. Bertîl gelek zêde ye. Divê em van hemûyan pir baş ji civakê re vebêjin. Divê em yek bi yek vebêjin ka heta niha me li şaredariyên xwe çi kiriye û qeyûm tê çi wateyê. Desthilatdarên sextekar, hûn nikarin şaredariyên ku malên gelê me ne desteser bikin. Em ê jin di van hilbijartinên herêmî de ji zîhniyeta qeyûm û talanker hesab bipirsin. Tişta ku ya me ye teqez em ê paşde bistînin. Em ê şaredariyên xwe ji nû ve ava bikin û tiştên ku wan hewl dan hilweşînin ji nû ve ava bikin. Em ê teqez zîhniyeta mêtingeriyê ji holê rakin. Em ê careke din nîşanî Tirkiye û hemû cîhanê bidin ku rêveberiyên herêmî dê di destê jinê de çawa bin. Ji bo vê jî di van hilbijartinên herêmî de erkek mezin dikeve ser milên me. Divê em bi biryardariyeke mezin xwe amade bikin. Bi taybetî ez xîtabî dayikên me dikim. Ez ji we daxwaz dikim ku her yek ji we li taxa xwe bixebitin. Em yek bi yek herin cîranên xwe.  Derngê xwe dabin kê bila bidin divê teqez em li deriyê wan bixin û her tiştî yek bi yek ji wan re bibêjin. Divê em yek bi yek vebêjin ka çawa şaredariyên me ji destê me girtine.

‘Kurd gelê qedîm ê vî welatî ne’

Qeyûm, walî û kesên tayînkirî yên AKP’ê nikarin şaredariyên me bi rê ve bibin. Ka em vê yekê yek bi yek rave bikin. Dibe ku AKP û hevkarên wê û bi taybetî jî hevkarê wê yê li Kurdistanê girîngiyê nedin vê û nebînin. Heger bidîta qeyûm tayîn nedikirin, şirîkê AKP'ê yê Kurdistanê dilxweş nedibû ku qeyûm hatine tayînkirin. Kurd gelê qedîm û welatiyên resen ên vî welatî ne. Em ê teqez bi ser bikevin, em ê bi şev û roj bixebitin bila gûmana kesî nebe.  

‘Em hebûn, em hene, em ê hebin’

Ji bo destkeftiyên îro me bedelên mezin dan. Me tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedaye û em ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Berovajî vê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên nû li destkeftiyên xwe zêde bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dirûşma “Em serî natewînin, em li her derê ne” li her derê Tirkiye û Kurdistanê bi jinan re bin. Em ê bi ruhê azadiyê yê tifaqa herî mezin a jinan li hemberî tifaqa mêr a ku vîna me nas nake û dixwaze me di malê de heps bike bersivê bidin. Ez ê gotinên xwe bi gotinên strana Filiz Kerestecioğlu ku di serdema berê de parlamentera me bû, lê di nav hemû jinên Tirkiyeyê de deng vedabû, temam bikim. 'Heta îro ji me hat xwestin ku em bêdeng bimînin, bêdeng rûnin, her dem teslîm bibin, li jiyanê temaşe bikin. Em bêdeng man û li bendê man, me temaşe kir ku çêdibe û di dawiyê de got êdî bes e. Jin li her derê hene, heta ku careke din bêdeng nemînin. Em hebûn, em hene, em ê hebin. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.”