Tulay Hatîmogûllari: Dengê xwe bikar bînin

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir û got: "Em werin dengê xwe bikar bînin."

Amed- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatîmogûllari li Lîseya Anadolu ya Pîşeyî û Teknîkî ya Silêman Demîrel a navçeya Rezan a Amedê li ser hilbijartinan daxuyaniyek da.

Tülay Hatimogûllari got: "Em di saeta dawîn de ne. Em careke din bang li we gelê xwe yê hêja dikin. Werin dengê xwe bidin. Di saeta me ya mayî de li Amed, Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê ji bo aştî demokrasî û feraseta şaredariya gel dengê xwe bidin. Em careke din bang li we dikin ku werin dengê xwe bidin.”