Tulay Hatîmogullari: Dem dema çareserî û avakirina aştiya navxweyî ye

Di Kongreya 5’emîn a DEM Partiyê de Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullarî destnîşan kir ku Tirkiye nikare pirsgirêka Kurd taloq bike û got: "Di nava pêvajoyeke nû de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye û em ê bi ser bikevin.”

Navenda Nûçeyan – Kongreya 5’emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê bi beşdariya gelek kesan destpê kir. Kongreya 5’emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê destpê kir. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayîkên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîvanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girse dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û bi Erebî û Kurdî xêrhatina beşdarvanan kir. Tulay Hatimogullarî hemû beşên civakê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Dema Tulay Hatîmogullari silav şand Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girseya li eywanê bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir.

‘Derfeteke mezin derketiye holê, divê em pirsgirêka Kurd çareser bikin’

Tulay Hatîmogullari Hevşeredarê Agiriyê Mehmet Akuş jî bi bîr anî û ji malbatê re sersaxî xwest. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku kongreya van di heman demê de muhasebeya 3 salan e û wiha got: “Li dinyayê gelek guherîn pêk hatin. Civak diguherî. Em jî diguherin. Di vê kongreyê de jî ji bo guherîn û ji nû ve avakirinê nîqaşan bikin. Em ê nîqaşan bikin; gelo me karî daxwazên kedkarên di nav xîzaniyê de hewl didin debara xwe bikin bînin ziman, me karî hewcedariyên têkoşînê bi cih bînin. Em dikevin rêyeke ji nû ve avakirinê.  Derfetek mezin jî derketiye holê. Tirkiye careke din qala çareseriya pirsgirêka Kurd kir. Berpirsyariya me ya hemûyan e ku vê pêvajoyê mîsoger bikin û ji bo serkeftina wê bixebitin. Em ji xwe bawer in, em ji gelên xwe bawer in. Ji bo wê jî teqêz em ê bi ser bikevin.”

‘Xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye’

Di axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime, butçeyên ku ji bo şer tên xerçkirin û ev tişt anî ziman: “Hezên emperyal dixwazin bi şer û pêvçûnan Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Budçeya şer her ku diçe zêde dibe û cîhan di bin xetereya nukluerî de ye. Sûriye hê jî di hewldanên xwe ji nû ve avakirinê de ye. Rojava bi destkêftiyên nû rêya xwe didomîne. Dinya di bin bandora nîjadperest a otorîter de ye. Tirkiye jî van geşedanan ji dûr nîn e. Ew şer bandor li Tirkiyeyê jî dike. Di rewşên wisa de xilasiya herî guncav aştiya navxweyî ye. Pirsgirêka Kurd a sed salan ji bo çareser bibe divê ew derfetan baş bikar bînin. Tirkiye nikare vê mijarê taloq bike û neçare çareser bike.”

Banga ji bo qanûna çarçoveyî û têkoşîna hevpar

Tulay Hatîmogullari banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî vê bangê geşedanên girîng rû dan. Li vî welatî bîra civakî hê zindî ye. Faîl ne diyar, valakirina gundan û qirkirin. Ciwanan jiyana xwe ji dest da. Hê jî li Kurdistanê bîranînên kesên jiyana xwe ji dest dane tên kirin. Ez ji hemû dayikên Kurd re sersaxiyê dixwazim. Her wiha dayikên leşkeran jî zarokên xwe windakirin. Em ji wan re jî sersaxiyê dixwazin. Ji bo wê jî weke DEM Partî em dibêjin; têqez em ê aştiyê diyarî hemû welatiyên vî welatî bikin. Aştî bi destxistina mafê kedkaran e, azadiya jinan e, rabûna qeyûman e, azadiya fikir û remanan e. Her wiha perwerdehiya fermî ya Kurdan e, azadiya baweriyan e. Di baweriya Elewiyan de rizalik heye. Li gor vê jiyana bi hev re li ser esasê rizalik e dibe. Ji bo wê jî îradeya birêz Ocalan a 27ê Sibatê pir girîng e. Niha şûn vê ketina qanûna çarçoveyî ji meriyetê pir girîng e. Piştî vê qanûnê divê qanûnên demokratîk jî bên çêkirin. Aştiyê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, jin, ciwan, Elewî, hemû gel, bawerî, welatparêz û sosyalîst û hemû civak dê ava bike. Ji bo wê jî werin em aştiyê bi hev re ava bikin.”

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku demokratîkkirina komarê bi têkoşîneke hevpar pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hertim li rex daxwazên Elewiyan bûn. Hem welatiya wekhev bi qastî Kurdan ji bo Elewî û hemû welatiyan e. Yên pêvajoyê rexne dikin re jî dibêjin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin û hevdû tenê nehêlin. Heke em wisa bikin em dikarin aştiyê misoger bikin. Avakirina civaka demokratîk bi têkoşîneke hevpar a demdirêj pêkan e. Em ê bi yekgirtinê bi ser bikevin. Ev kongreya me jî kongreyeke destpêk û vexwendinê ye. Em amadekariya veguherineke nû dikin. Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin.”

Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî piştî Tulay Hatîmogullari axivî. Piştî axaftina Tuncer Bakirhan kongre ji çapemeniyê re hat girtin. Kongre dê bi xwendina raporên faaliyetan bi dawî bibe.