Tûlay Hatîmogûllarî dê ji bo Serokatiya Meclisê namzet were nîşandan

Partiya Çepên Kesk biryar da ku Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç heta pêvajoya kongreya nû wezîfeyên xwe yên cîgirên serokê komê berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan - Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civîna xwe ya yekem li dar xistin. Di civînê de rêveberiya koma partiyê hate diyarkirin.

Di civîna ku bi serokatiya Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Îbrahîm Akîn û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan pêk hat de, hat diyarkirin ku cîgirên serokên koma berê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç heta pêvajoya kongreya nû wezîfeyên xwe yên cîgirên serokê komê berdewam bikin.

Parlamenterê Sêrtê Tuncer Bakirhan bû Amirê Îdareya Meclisê, parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bû Serokwekîlê Koma Meclisê, her wiha biryar hat girtin ku parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogûllari jî bibe namzeta Serokatiya Meclisê.

Koma Meclisa Partiya Çepên Kesk her wiha biryar da ku di havînê de kampekê ku perspektîfên xwe yên siyasî nîqaş bikin, pêkbînin.