Tulay Hatîmogûllari: AKP ji ber ku nikaribû serê gelê Kurd bitewîne vê dozê vekir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya danişîna Doza Kobanê ya duyemîn axivî û got: “AKP’ê ji ber ku ji aliyê siyasî ve nikaribûye HDP’ê têk bibe û bi gelê Kurd serî bide tewandin, Doza Kûmployê ya Kobanê vekiriye.”

Navenda Nûçeyan- Danişîna yekemîn a Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatine de der heqê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Pero Dundar, Fatma Kurtalan û Garo Paylan de hatiye vekirin, îro tê lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya ku danişîn lê tê lidarxistin daxuyanî da. Hatîmogûllari ya doza beriya niha û cezayê li siyasetmedaran hat birîn bi bîr xist dozê weke “kûmployê” penase kir û got: “Em mafdar jî derketin. Tu hevalên me yên ceza li wan hat birîn ji sûcên arasteyî wan dihatin kirin ceza negirtin.”

‘Em dibînin heman komplo berdewam dike’

Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Sûcên ku tên îdiakirin çi bûn? Ji qetilkirina 37 kesan berpirsyar hatibûn girtin. Ji ber zirardayîna gelek saziyan dihatin darizandin. Raya giştî ya Tirkiyeyê bûyer weke cînayeta Yasîn Boru dizane lê dema biryar hatin aşkerekirin me dît ku hevalên me ji van sûcên jê dihatin sûcdarkirin ceza negirtin. Jixwe dema em li îfadeyên şahidên veşartî û aşkere dinêrin tê dîtin ku delîl û encameke ku bikaribin bigrin dest nîn e. Îro jixwe îdianameya Doza Komployê ya Kobanê têk çûye. Cezayên ku li hevalên me hatin birîn ji ber axaftinên wan ên li parlamentoyê, kolanê û dema xebatên xwe yên partiyê de kirine ne. Em dibînin ku weke Doza Kûmployê ya Kobanê ya din ku hevala me Huda Kaya ya girtî jê tê darizandin di vê îdianameyê de jî komplo berdewam dike. Rêzdar Huda Kaya miroveke ku di serdema 28’ê Sibatê de hatiye darizandin e. Heman Huda Kaya niha ji aliyê daraza Qesrê ve bi feraseta 28’ê Sibatê tê darizandin. Em vê qebûl nakin.”

‘Em ê tu carî ji daxwzên xwe gav şûnde neavêjin’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku weke duh em îro jî ji daxwazên xwe gav şûnde navêjin û ev tişt got:

“Doza Kûmployê ya Kobanê encamên daraza ku bi îdianameyên li Qesrê tên nivîsîn dimeşe û veguheriye piştpala AKP’ê û Qesrê. Em vê qet qebûl nakin. Îro biryarên DMME’yê li holê ne. Biryara ku DMME’yê ji bo Demîrtaş daye, biryareke ku hemû hevalên me eleqedar dike ye. Tirkiye weke welatekî ku alîgiriya PMME’yê dike divê biryarên DMME’yê bi cih bîne. Biryarên DMME’yê dibêjin ku ‘Li Tirkiyeyê darazê alî girtî ye, ne li gorî hiqûqê li gorî sedemên siyasî tevgeriya ye û ev biryar dane. Ev biryar pûç û vala ne û kesên ji Doza Kûmployê ya Kobanê tên darizandin divê demildest bên berdan. Em dixwazin biryarên DMME’ê bên bicihanîn.

‘Kobanê bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a li dijî DAIŞ’ê hat naskirin’

Her kes destpêka çîroka Doza Kûmployê ya Kobanê dizane. Kobanê cihê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn tê meşandin e. Hemû cîhanê Kobanê bi têkoşîna bi rûmet a li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn nas kiriye. Gelê Kobanê, gelê Kurd li dijî vê rêxistina dijmina jinan, tecawizkar û qetilker berxwedaneke xurt daye. Ev berxwedan li Tirkiyeyê û hemû cîhanê bi minetdariyeke mezin hat pêşwazîkirin lê ji ber AKP’ê ji aliyê siyasî ve nikaribû HDP’ê têk bibe û bi gelê Kurd serî bide tewandin ev Doza Kûmployê ya Kobanê vekiriye. Em vê komployê qet qebûl nakin. Berxwedana Kobanê berxwedaneke bi rûmet e. Ne tenê HDP’î xwedî li berxwedana Kobanê derketin; li Tirkiyeyê hemû kesên alîgirên demokrasiyê û li dijî feraseta DAIŞ’ê xwedî li vê berxwedanê derketin. Ji bo raya giştî ya cîhanê jî wiha ye.

 Biryar biryara alîgirên DAIŞ’ê ye

Biryarên ku di Doza Kûmploya ya Kobanê de hatin dayîn, cezayên li hevalên me hatine birîn biryarên alîgiriya DAIŞ’ê ne. Em van biryaran qet qebûl nakin. Divê di Doza Kûmployê ya Kobanê ya duyemîn de ku Huda Kaya girtî tê darizandin û hevalên me yên din ne girtî tên darizandin de hemû hevalên me bên berdan. Heke îro hinek jî wijdan hebe û hiqûq li ber çavan were girtin, dijberiya DAIŞ’ê li ber çavan were girtin, biryara ku têkildarî hevalên me bê dayîn biryara beraetê ye. Îro jî weke demên berê em ê weke DEM Partiyê û hêzên demokrasiyê li dijî dozên komployê têkoşîna xwe bidomînin.”

Yusuf Înal: Divê li dijî vê zilmê were derketin

Yûsûf Înal ê ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) jî anî ziman ku doz bi fermanê hatiye vekirin. Îşaret bi wê yekê kir ku doz li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û wiha got: “Êdî tu gotin nemaye. Hemû kesên ku dibêjin em misilman in, mirov in, demokrat im divê li dijî vê zilmê derkeve. Kesê ku li dijî vê zilmê dernekeve nikare bibêje ‘ez misilman im.’ Nikare bibêje ‘ez mirov im demokrat im.’ Ev pêkanîneke kêfî ye.”