Tulay Hatîmogullari: Çareserî bi çêkirina qanûna çarçoveyî û avêtina gavên pratîk pêkan e
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna Meclîsê de bal kişand ser Lûtkeya NATO’yê, polîtîkayên zextê û pêvajoya çareseriyê; wê destnîşan kir ku divê Tirkiye nebe parçeyek şer û bang kir ku qanûna çarçoveyî demildest bê derxistin.
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.
'Divê tirkiye nebe parçeyek şer'
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Lûtkeya NATO’yê ku li Enqereyê pêk hat û wiha got: “Encamnameya vê lûtkeyê de jî ji şer û plansaziya çekên nû hat kirin. Welatî ji ber pergalê bi birçîbûnê re rû bi rû ne, lê çavkaniyên ku divê ji bo pêdiviyên gel bê xerckirin, mixabin ji çekan re tê veqetandin. Her wiha piştî Lûtkeya NATO’yê yek ji mijarên ku tê nîqaşkirin jî ev e ku artêşa Tirkiyeyê dikare bibe artêşa Emerîkayê. Lê desthilat vê yekê weke serkeftinekê pênase dike. Ew ne serkeftin e. Divê Tirkiye nebe parçeyek şer. Em dibêjin pergaleke alternatîf pêkan e. Ew jî komara demokratîk e. Em ê komara demokratîk ava bikin.”
Zextên li Ser muxalefetê û akademiyê
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku zextên li ser muxalefetê didomin û ev yek anî ziman: “Ji ber NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin û girtin û bi awayekî fiîlî rewşa awarte hate ragihandin. Rojnamegerên ji Tirkiyeyê nekaribûn Lûtkeya NATO’yê bişopînin. Divê zextên li ser muxalefetê bi dawî bibin. Dawî li serdagirtinên şeredariyan were anîn û yên hatine hilbijartin neyên girtin. Desthilat her ku diçe polîtîkayên zextê kûrtir dike. Zanîngeh kirine cihên bazirganiyê. Akademisyen rastî zextan tên û ji kar tên derxistin. Em li kêleka têkoşîna akademîsyenan in.”
Bîranîna Zîlan û 14’ê Tîrmehê
Tulay Hatîmogullari Komkujiya Geliyê Zîlan û berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê bi bîr xist û wiha got: “Çend roj berê jî me salvegera şewitandina çekan ragihand. Hemû kes tiştekî dibêje, ew jî dawîanîna înkarê û pêkanîna çareseriyê ye. Li Geliyê Zîlan komkujiyeke mezin li dijî gelê Kurd hat kirin û berpirs nehatin ceza kirin. 96 sal derbas bûn, bûyer nehat ronîkirin û edalet bicih nehat. Her wiha di 14’ê Tîrmehê de li Zindana Amedê li dijî kiryarên înkarê berxwedaneke mezin hat kirin. Em kesên di Komkujiya Zîlanê de hatine qetilkirin û berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr tînin. Her wiha bi ser şewitandina çekan re salek derbas bû. Êdî dor hatiye ku ev pêvajo bi qanûnan bê misogerkirin. Ji bo wê jî divê qanûna çarçoveyî demildest bê rojeva Meclisê. Divê beriya Meclîs bikeve betlanê, qanûna çarçoveyî bê çêkirin û piştî di meha Cotmehê de Meclîs vêbû jî ji bo xurtkirina vê qanûnê sererastkirinên nû bên kirin. Divê hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin.”
Çar xalên ji bo qanûna çarçoveyî
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew weke DEM Partiyê li ser 4 xalan radiwestin û xalên ku ji bo qanûna çarçoveyî wiha rêz kir:
Xala yekê; divê qanûneke binyadî (kok) û ku hemû kesan digire nava xwe û kategoriyê nake bê çêkirin.
Xala duyem; li gorî rapora Meclîsê divê sepanên qeyûman bi dawî bibe û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk werin.
Xala sêyem; astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin û girtîgeh werin valakirin.
Xala çaran; divê şert û mercên xebatên birêz Abdullah Ocalan bê başkirin ku birêz Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bixebite.
Birêz Abdullah Ocalan dixwaze êşên bi salan baş bike. Birêz Abdullah Ocalan dema bi civakê re bikaribe biaxive û perspektîfa çareseriyê bêje, dikaribe pêşiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê vebike. Divê dev ji zimanê ku dijbertiyê xurt dike, bê berdan û zimanekî aştiyane bê bikaranîn. Dirêjkirina pêvajoyê xetereyan derdixe. Divê civak bêtir xwedî li pêvajoyê derbikeve ku dewlet jî gavan biavêje. Desthilat mecbur e neavêtina gavan ji civakê re bêje, berpirsyariya xwe ya vê pevajo yê ji civakê re vebêje. Divê êdî ji gotinan zêdetir gavên pratîk bên avêtin.