“Tu zilmê heta hetayê dom nekiriye”

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 131’an de dom dike.

Riha - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “edaletê” kirin û di roja 131’emîn de çalakiya wan didome.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam da: “Tu zilm heya hetayê dom nake. Bêguman dawiya zaliman nêz e. Daraz jî, bi nepirsîna hesabê komkujiyê, dibe şirîkê sûc. Em ji bo her kesî EDALET’ê dixwazin.”