'Tu jî ji bo girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek deng bide'

Ji bo kampanyaya taloqkirina înfaza girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin bi armanca dermankirina wê hatiye destpêkirin, banga “tu jî deng bide” hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi sernavê "Hûn jî ji bo mafê jiyanê ya nexweşiya tumora mejî ya pêşketî ya girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek dengê bide" kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. Di metna ku di change.org ku kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin cih digre de, der barê nexweşî û pêvajoya tedawiyê ya Ozge Ozbek de ev daxuyanî cih girt:

“Merheba ez Ozge Ozbek a li Girtîgeha Girtî ya Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Nexweşiyên min ên wekî tumorên mêjî yên pir, epîlepsî, astim hene. Her wiha tedawiya depresyonê giran dibînim. Min di 26’ê Cotmeha 2020’an de emeliyata vekirî ya mêjî bûm, di roja sêyemîn a emeliyatê de ji nexweşxanê hatim derxistin û hatim girtin. Ez bi biryaran taloqkirina înfazê ya 3 meh hatim berdan û di Tebaxa 2021’an de carek din hatim girtin. Di pêvajoya girtîgehê de nexweşiya min bi lez pêş ket. Tumorên mejî bi lêz pir bûn û mezin bûn. Her wiha nexweşiyên min ên bi nîşaneyên bêhevsengiyê yên wekî epîlepsî û vertigo zêde bûn.”

'Dibe ku bibe sedema windakirina dîtin û hefizeyê'

Ozge Ozbek, diyar kir tedawiya mayînde ya nexweşiya tumora mejî nîne û zextê li organên wê dike û wiha got: “Niha ji ber tumora di guhê min ê çepê de ji sedî 72 kêmbûna bihîstinê heye. Ev dibe ku di pêşerojê de bibe sedema kêmbûna tevger, dîtin û hefîzeyê. Tevî ku rapora min heyetê ya bi nêrîna 'Nikare di bin şert û mercên girtîgehê de bimîne' heye jî ji ber ne erêkirina Saziya Tiba Edlî hêj di girtîgehê de me.”

'Ji ber ku qawişa girtiyan nîne, ez ê nikaribim emeliyat bibim'

Ozge Ozbek, diyar kir di meha Çileyê de bi rêya Saziya Înfazê ya Cezayê ya Gebzeyê carek din xebatên heyetê hatin destpêkirin, lê dema ku bi MRI’ya mêjî ya berê hat beranberî hev kirin, di tumarên mejiyê de mezinbûn û zêdebûneke cidî heye û wiha got:

"Hate gotin ku tumor dikarin xeteriya jiyanê avabikin. Piştre ez bi lezgînî sewqî Enqereyê hatim kirin. Lê belê ji ber ku li Zanîngeha Gaziyê qawîşa girtiyan nîne, ez ê nikaribim emeliyat bibim. Ji bo tedawiya Gamma Knife jî hate gotin ji ber tumorên ku berê radyasyonê digirtin bersivek erênî nedan, yekane çareserî ez ê piştî salekê werim kontrol kirin. Min di nava vê pêvajoyê de li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê mam."

'Di 10'ê Tîrmehê de hate dîtin ku tumor xeteriya jiyanê ava dikin’

Ozge Ozbek, da zanîn şert û mercên girtîgehê ji bo kesekî bitendurist jî zehmet e, ji bo girtiyê nexweşa giran zehmetir e û wiha berdewam kir: “Di 10'ê Tîrmeha 2023'an de dema ez serê sibê ji xew rabûm, min serê xwe pir bi tundî li ranzayê xist û piştre ji ber bêhevsengiya ku min serê xwe li dîwêr xist. Min ji ber werimîn û rêşa di serê de ji wezîfedarên girtîgehê xwest ku min bibin acilê. Destpêke min birin nexweşxaneya di anav kampûsê de. Di tomografiya hate kişandin de li cihê ku min lêxist xwînrêjîn hat dîtin û piştî sê saetan dîsa tomografi hat kişandin. Lê piştî di tomagrafiyê de hate ditîn xwînrêjin berdewam dike, min bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê û li beşa lênêrîna giran a travmayê di bin çavdêriyê de hatim hiştin. Di tomografya nû ya ku hat kişandin de hat tesbîtkirin ku xwîn belav nebûye û tumor xetereya jiyanê çêdike. Ji min re hat gotin yekane mudaxeleya ku dikare bê kirin operasyona cerahiyê, ev operasyon jî bi îhtîmaleke mezin bi koma an jî mirinê re encam bibe û hat xwestin daxwazname binivîsim. Min diyar kir ez daxwaza emeliyata ku bi komayê yan jî mirinê encam bibe nakin û taburcû bûm.”

'Ez dixwazim li derve bi bijîşkê ku dixwazim re werim tedawî kirin’

Ozge Ozbek, balkişand her roja ku di girtîgehê de derbas dike, xeterek mezin ava dike û wiha got: "Ez dixwazim di vê mijarê de di çarçoveya mafên mirovan de bi aktîfkirina pêkanînên pêwîst werim berdan û li derva di bijîk û nexweşxaneya dixwazim de werim tedawî kirin.”

Hûn dikarin, bi lînka https://chng.it/9sKnqJGP piştgirî bidin kampanyaya îmzayê.